Li zaningehan piştgiriya ji bo Filistînê berdewam dike

Xwendekarên li Zaningeha Kalîforniyayê (UCLA) ji bo piştgiriya Filistînê carekî din kamp avakirin. Li Zaningeha Harvard jî merasîma mezûniyetê de çalakî hat lidarxistin. Li Zaningeha Oxfordê jî 16 xwendekar hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan-Li her deverê cîhanê li zaningehan çalakiyên xwendekaran ji bo piştgiriya Filistînê berdewam dike.

Xwendekarên Zanîngeha Calîforniyayê (UCLA) ya DYA’yê ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê protesto bikin dîsa kamp ava kirin. Xwendekaran li ser veranda awahiya "Kerckhoff Hall" a li kampusê li hev civiyan û bi barîkatên dar, têlên metal û maseyan qadeke nû ya kampê ava kirin.

Dema ku xwendekar ji aliyê xebatkarên zanîngehê ve tên tehdîdkirin ku dê cezayê dîsîplînê werbigirin, ji xwendekaran tê xwestin ku ji kampusê derkevin. Xwendekar  li awahiya zaningehê "Dodd Hall" disekinin. Her wiha hinek mamoste û endamên sendîkayê piştgirî didin xwendekaran. Çalakiyên ku bi seetan berdewam kir bi mudexaleya polîsan bi dawî bû.

Di merasîma mezûniyetê  de protesto hebû

Li Zaningeha Hardvardê di merasîma mezûniyetê de ji hezarî zêdetir xwendekar ji bo ku 13 xwendekarên beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya Filistînê bûbûn û biryara rêveberiya dibistanê ya nedayîna dîplomayê protesto kir. Zêdeyî 1500 xwendekar û nêzî 500 mamoste û xebatkarên zanîngehê ji bo ku xwendekar dîplomayên xwe bigrin îmze kom kirin.

Lijneya Rêvebir a Harvardê îdia kir ku 13 xwendekaran di çalakiyên piştgiriyê ji bo Filistînê de bi tevgerên xwe polîtîkayên zanîngehê binpê kirine û ji ber vê yekê daxuyand ku dîplomeyên wan nayên dayîn.

Li Zanîngeha Oxfordê 16 xwendekar hatin binçavkirin

Polîsan mudaxeleyî xwepêşandanên ji bo piştgiriya Fîlîstînê yên li Zanîngeha Oxford a Îngilîstanê hatin kirin. Hat hînbûn ku di êrîşa polîsan de 16 kes hatin binçavkirin. Pêşî xwendekarên civaka bi navê Oxford Action for Palestine (OA4P) li hundirê zanîngehê çalakiya rûniştinê pêk anîn û li bendê man. Xwendekaran ji bo polîtîkayên operasyonên Îsraîlê ya li ser Xezayê biaxivin, xwestin bi rêveberiya zanîngehê re hevdîtinê pêk bînin. Lê belê ev daxwaz hat redkirin. Piştî ku xwendekaran rê girtin mudexaleya polîsan dest pê kir.