Li Zanîngeha Rojava li ser Cejna Zimanê Kurdî semîner

Li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî semînerek hat dayîn.

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Zanîngeha Rojava bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e” semînerek hat dayîn. Semîner bi hevkariya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Zanîngeha  Rojava hat dayîn.

Di semînerê de şagirdên Zanîngeha Rojava, mamoste û endamên Saziya Zimanê Kurdî amade bûn. Semîner li ser mijarên; rewşa zimanê Kurdî û li Sûriyeyê danasîna zimanê Kurdî bû.

Di panelê de mijarên “Danasîna zimanê kurdî” û “Rewşa zimanê kurdî li Sûriyeyê” hatin nîqaşkirin. Endama SZK’ê Hacer Petekkaya û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivîn. Panel ji hêla hevseroka SZK`ê Viyan Hesen ve hate birêvebirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axivî û got: “Roja îro asta perwerdeya bi zimanê dayikê gihiştîye asteke bilind û di nava rewşeke ewqasî zor û zehmet de dikarîn bibêjin ku di dîroka Sûriyeyê de, cara yêkem perwerdeya zimanê dayikê di vê astê de tê dayîn. Mirov dikare bibêje ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa zimanê Kurdî pêk hatiye. Ev yek bi destkeftiyên têkoşîna bi dehan salan çêbûye. Bi hezaran keç û xortan canê xwe di oxira vê de dane û bûne wesîleya hebûna rojeke wiha.”

‘Îro şoreşa ziman li Rojava pêk hatiye’

Îlham Ehmed da zanî  ku bi keda kedkar û xebatkarên sîstema perwerdeyê li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa ziman çêbûye û got: “Dema ku rejîma Baasê bi yek reng û yek zimanî welat bi rêve dibir, hemû pêkhateyên din di nav de winda bibûn û nedihatin naskirin. Bi taybetî jî zimanê Kurdî hatibû înkarkirin û helandin. Ji bo vê jî sîstema helandinê li ser civaka Kurd pêk anîn. Bi taybetî bi şoreşê re û herî dawî lidarxistina kongreyê re, em derbasî qonaxeke nu dibin. Bi rasthatina roja 15’ê Gulanê, em dikarin bibêjin di encama têkoşîna wan, a demdirêj de ku li dijî sîstemên desthilatdar tunekirin înkarê meşandin şoreşek çêbû. Ev şoreşa ku di warê zimanê dayikê de çêbû, di encama şoreş û têkoşîna demdirêj de pêk hatiye.”

Hacer Petekkaya jî da zanîn ku parçekirina Kurdistanê bûye sedema parçekirina ziman û çanda kurdî jî.

Hacer Petekkaya destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê ji sala 2012`an ve bi zaravayê Kurmancî perwerde derbasî dibistanan bûye, li Başûrê Kurdistanê li gel zaravayê Soranî di nav herêmên kurmancîaxiv de devoka Behdînî bûye zimanê perwerdeyê û zaravayê Kurmancî/Behdînî ji sala 1998`an ve li dibistanan bûye zimanê perwerdehiyê. Ji 2014-2015`an ve ji seretayî heya zanîngehê hemû perwerde bi Behdînî ye.

Hacer Petekkaya di berdewama axaftina xwe de ev agahî jî dan: “Li Bakurê Kurdistanê zaravayê Kurmancî ne xwediyê statuyeke fermî ye, lê bi awayekeî sînordar be jî di qadên wekî çapemenî, hiqûq, perwerde û siyasetê de tê bikaranîn. Di hin beşên zanîngehan de û di dibistanan de wekî derseke hilbijartî tê dayîn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî zimanê kurdî ne xwedî statuyeke fermî ye, di zanîngehên Îranê de dersên ziman û edebîyeta kurdî hene, ji 2015`an de li Zanîngeha Kurdistanê beşa ziman û wêjeya Kurdî heye.”