Li Zanîngeha Munzûrê tacîza sîstematîk: Giliyên xwendekaran bê bersiv dimîne

Derket holê ku li Zanîngeha Dêrsimê hîndekarê bi navê D.K. gelek xwendekarên jin ên zanîngehê tacîz kiriye. Xwendekarê ku em li ser mijarê pê re axivîn piştrast kir û bang li jinên li bajar kir ku piştgiriyê bidin wan.

Dêrsim-Li Dêrsimê polîtîkayên şerê taybet bênavber didomin. Herî dawî derket holê ku D.K. yê li Zanîngeha Munzûrê hîndekar e, gelek jinên xwendekar tacîz kiriye. Jinên ku em li ser mijarê bi wan re axivîn, bûyerê piştrast kirin, diyar kirin ku tacîz bi awayê sîstematîk didome û daxwaznameyên giliyan ên ji sala par ve mane hene. Jinên me hevdîtin bi wan re kir, dan zanîn ku daxwazname dane berpirsyarên beşa ku dixwînin û xwestin demildest mijar çareser bibe. Xwendekaran gotin ku bi taybetî jinên Kurd di vê pêvajoyê de hedef tên girtin.

Daxwaznameyên giliyên ji sal par mane hene

Li gorî agahiyan hîndekarê ku behsa wî tê kirin bi awayê sîstematîk; bi riya peyam, vîdyo û gotinan xwendekaran tacîz kiriye. Bûyerên ku gelek jin rastî tacîzê hatine, piştî ku jinek xwendekar, ji jineke din re got; “qurbana mamoste ya vê carê tu yî” derket holê. Jineke ku ji gotin û tevgerên D.K. yên li dijî xwe aciz bûye, dema ku der barê wî de lêkolîn kiriye, hîn bûye ku der barê D.K. de gelek daxwaznameyên giliyan hene. Jina ku diyar kir bi gotina “Qurbana di rêzê de tu yî” ketiye nava tirs û fikaran, têkildarî mijarê daxwaznameyek nivîskî daye, bal kişand ku gelek jin rastî heman bûyerê hatine û tevî giliyên ku bi salan e didomin jî der barê wî kesî de tu tedbîrek pêşîgirtinê nehatin girtin.

‘Ne tenê ez gelek jin rastî vê rewşê hatin’

Xwendekarên ku daxwaznameyên nivîsandine destpêkê dane serokatiya beşê dûre ji dekan re hatine şandin, niha xwe amade dikin ku bi Egîtîm-Senê re hevdîtinê bikin. Li gorî agahiyan D.K. bi taybetî xwendekarên temenê wan biçûk re ketiye têkiliyê, dûre jî bi vîdyoyan gefê li jinan xwariye. Jineke xwendekar a em li ser mijarê pê re axivîn, li ser tacîza ku li dijî wê jî hat kirin ev agahî dana: “Ne tenê ez, gelek jin rastî tacîzê hatine. Hinek ji wan bi peyaman, hinek jî bi gotinan rastî tacîzê hatine. Em pir dereng vê hîn bûn. Ji sala par de der barê vî mirovî de gilî hene lê me hê jî rastî heman tiştan tên. Tê îdiakirin ku der barê wî doz hatiye vekirin lê me piştrast nekir. Em ji bo xwendinê hatine vê derê, em dixwazin ev zext û tacîz bi dawî bibin. Daxwaza me tenê ew e em di rewşeke bi ewle de bixwînin. Em dixwazin ev zext û tacîz bi dawî bibin. Em ê li pey vê mijarê bin. Peyamek jî gotinek jî û çavkirpandinek jî tacîz e. Em ji jinên din re dibêjin, bila bêdeng nemînin.”