Cezayê 4 salan li Gulale Muradî hate birin

Gulale Muradî, hemwelatiya Kurd ya xelkê Piranşarê, piştî salek girtinê û bê peywendî mayînê, 4 sal cezayê girtigehê lê hat birin.

Navenda Nûçeyan – Li gora raporên ku hatine belavkirin li liqê sê yê dadgeha sezayê bajarê Mihabat  Gulale Muradî bi tometa hevkariya kuştina endamek ya sûpayê pasdarên Îslamê li Piranşarê kiriye bi 10 sal û yek roj ya girtigehê lê hate birîn. Piştre xezayê wê bû 4 sal cezayê girtinê bi hêjmara rojane hat kêmkirin.

Cihê bi bîrxsitinê ye Gulale Muradî di meha Nîsana sala bûrî de li gel dû zarokên xwe hate girtin û ji bo lêpirsinê wê birin navenda emniyeta Urmiye. Piştî pêvajoya lêpirsinê kurê wê yê bi navê Metîn û Tahir Bizazî berdan û Gulale Muradî di meha Hezîrana sala bûrî de piştî temambûna pêvajoya lêkolînê ji Italatî Urmiya birin girtîgeha Şehr.

3’ê Adara îsal piştî yek sal û 8 rojan ya girtinê bi kefareta 400 milyon temen û heta dawiyê danaşîna dadgehê bi awayek demkî ji girtîgeha Urmiye derket.

Hêjayî gotinê ye di dema girtina Gulale Muradî de qet parêzerek nedit û ji derveyî wê ji bo itirafkirina bi zorê rastî işkencê hatiye.