Li Zahidanê bilançoya hovîtiyê girantir dibe

Li Zahîdana navenda Sîstan û Belûçistanê, bîlançoya qetlîamên hêzên rejîma Îranê ku jin û zarok jî di nav de ne, her diçe girantir dibe.

Navenda Nûçeyan- Çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq” ve dest pê kirin, berdewam dikin. Hêzên rejîma Îranê ku di çalakiyan de çekan bi kar tînin, ji bo belavkirina çalakiyan rasterast çalakvanan hedef digrin.

Navendek ku rasterast bi hedefgirtina çalakvanan qetlîam pêk hat Zahîdan a navenda Sîstan û Belûçistanê bû. Li Zahîdanê bîlançoya qetlîamê roj bi roj zêde dibe. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku zêdetirî 300 kes birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên aktîvîst ên Belûç wergirtin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 67’an.

Hin deverên Zahîdanê di bin kontrola çalakvanan de ne

Tê zanîn ku li Zahîdanê ji bo rêgirtina pêwendiyan xetên înternetê hatine birîn. Di nav agahiyên ku bi derfetên sînordar ên înternetê hatine bidestxistin cih digre ku hin deverên Zahîdanê hêzên rejîmê neçar mane vekişin û hin dever jî di bin kontrola welatiyan de ne.