Li Yemenê parazvana mafên mirovan dibe hedefa cîhadîstan

Hayat Ruheybî ya ku li Yemenê mafên jinan û keçikên rastî destdirêjiyê tên diparêze, ji aliyê cîhadîstan ve hedef tê nîşandan. Hayat, dibêje ku midûrê ewlehiyê bi xwe jî êrîşî wê kiriye û ji saziyên navnetewî destek dixwaze.

FATIMA REŞAT

Yemen - Hayat Ruheybî li parêzgaha Lahic ya Yemenê Berpirsa Ofîsa Mafê Mirovan bû, lê ji ber têkoşîna wê ya ji bo parastina mafê jinê, rastî tundî û zextan hat. Hayat Ruheybî, ji ber ku li dijî binpêkirina mafên jinan dengê xwe bilind kiribû, bûbû hedefa cîhadîstan. Bi teybetî ji ber têkoşîna xwe ya derbarê mafên jinan de, rastî tundiya fîzîkî hat, gef lê hatin xwarin û di civakê de hat reşkirin.

Gefên ku weke parêzvana mafên jinan rastî hatî

Hayat Ruheybî diyar kir ku di 18’ê Sibata 2023’an de dema li ofîsa mafên mirovan dixebitî, gava ji mala xwe derket, rastî êrîşa kesên ku nas nake hat. Piştre hat zanîn ku ev êrîşkar endamên komek radîkal a li taxê ne. Hayat Ruheybî ragihand ku nêzî 6 mehan di mizgeftan de li dijî wê gotinên bi nefret hatine  belavkirin û hewl dane ku wê ji civakê dûr bixin. Hayat Ruheybî anî ziman ku di van wazan de gotine ku divê aktivîstên mafên mirovan bi baldarî bên şopandin û ew girêdayî Hûsiyan e.  Di vê pêvajoyê de, Hayat Ruheybî, ji bo gotinên li ser medyaya dijîtal bang kir û piştî vê bangê parvekirinên gef û reşkerinê hat kirin. Êrîşkaran ne tenê li wê, her wiha li zarokên wê jî gef xwarin. 

‘Gefên li dijî malbata wê û girîngiya ewlehiyê’

Hayat Ruheybî fam kir ku jiyana wê û malbata wê di metirsiyê de ye, neçar ma kamera di ber deriyê mala xwe de bicîh bike. Lê belê tevî tedbîrên ku girtiye jî, zextên komên cîhadîst zêde bûne. Hayat Ruheybî ji Midûriyeta Polîsan a bajarê Lahîcê û rayedarên din destek xwestiye û wiha got: “Ev kom ez kirim halekî wisa tengav ku êdî ez hatim asteke ku ji heq dernekevim. Mirov ji bo parastina mafên xwe herçend têbikoşe, niha ez neçar mame parastina mafê xwe bikim.”  

Hayat Ruheybî da zanîn ku berê jî di sala 2018’an de rastî heman zextan hatiye û ev zext ji aliyê rayedarên bilind ve li ber çav nehat girtin. Hayat destnîşan kir ku ji bo gefên li dijî wê ji holê rabin, serî li dozgeriyê daye, lê belê tu tedbîrek ewlehiyê nestendine.

Têkoşîna mafên jinan û bêhiqûqiyên lê rast hatiye

Hayat Ruheybî ev bi salan e di têkoşîna mafên jinan de rolek aktîf girtiye. Bi teybetî ji bo pêkanîna desteka hiqûqî ya ji bo jinên di kampên koçberan de, parastina mafên zarokên ku rastî êrîşên zayendî hatine û têkoşîna li dijî têkoşîna tundiya di nava malbatê de, hewl daye. Hayat Ruheybî da zanîn ku ji ber xebatên xwe yên li dijî bûyerên êrîşên zayendî li parêzgeha Lahîc meşandiye, gef lê hatiye xwarin û wiha got: “Ji ber ku min mafên keçikên biçûk ên ku rastî êrîşên zayendî hatine parast, rasterast gef li min hat xwarin.  Hiqûq min û parêzvanên din ên mafê mirovan naparêze. Mixabin, parêzvanên mafên mirovan ên Yemenê rastî gef, tundî û darizandina niheq hatine.”   

Li ser kar hate derbkirin û girtin

Hayat Ruheybî destnîşan kir ku wek midûra Ofîsa Mafên Mirovan li parêzgeha Lahîcê xwedî parêzbendiya zagonî ye, lê dîsa jî, Midûrê Ewlehiya Lahicê êrîşî wê kiriye û piştre ew girtiye. Hayat wiha got: “Midûrê Ewlehiyê li ofîsa min li min xist û piştre fermana girtina min da.  Ji xwe yasa dibêje mirovên wek min ên ku erkdarên civakê ne, divê neyên girtin. Dema ez hatim girtin û ti pêvajoyek yasayî nehat pêkanîn û bi temamî bi awayek kêfî ez xistim girtîgehê.”  

Dema Penceşêra Çiçikan e jî zext lê tê kirin

Hayat Ruheybî tevî ku demeke dirêj ji ber Penceşêra Çiçikan dihat dermankirin jî, xebatên xwe domand. Hayat destnîşan kir ku dewlet û civak berpirsyariya xwe ya parastina mafê jinan bi cîh neanîne, lê belê ji ber aktivîzma xwe ji aliyê komên olî û rayedarên dewletê ve hedef hatiye girtin. Hayat Ruheybî bang li rêxistinên civaka sivîl ên li Yemenê li ser mijara mafê jinan dixebitin kir û da zanîn ku dewlet û civak berpirsyariya xwe ya parastina mafê jinan bi cîh neanîne. Hayat wiha got: “Ên ku ez sûcdar kirim, naxwazin ez mafê jinan bikim rojev. Lê belê em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Divê li Yemenê ji bo jinan edalet pêk were.”

Daxwaza edaletê û banga desteka navnetewî

Hayat Ruheybî da zanîn ku tevî hemû êrîş û gefan jî ewê dest jî têkoşîna xwe bernede û bang li hikûmeta Yemenê, rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir ku aktivîstên wek wê, biparêzin. Hayat got ku “Doza min, ne meseleyek şexsî ye. Ev nîşana binpêkirina mafên mirovan a li Yemenê ku jin lê rast tên e. Rêxistinên hikûmetê û mafên mirovan, ji bo ku me ji van zextan biparêzin divê hewl bidin. Pêwîst e ku hemû aktivîstên li Yemenê li dijî binpêkirina mafên jinan têdikoşin, werin parastin. Divê ev mijara saziyên navnetewî were rojevkirin.”   

Li Yemenê ji bo mafên jinan têkoşînek zor

Tiştên ku hatine serê Hayat Ruheybî, nîşan dide ku li Yemenê parêzvanên mafên jinan di binê kijan zextan de ne. Hayat wiha got: “Carek din derket holê komên olî  û rayedarên dewletê çawa êrîşî avabûnên civakê û aktivîstan kirine.” Hayat Ruheybî bi biryar e ku parêzvanên mafên jinan ên mîna wê tevî hemû gefan jî, têkoşîna xwe bidomîne. Lê belê ji bo pêkananîna ewlehiya aktivîstên ku ji bo mafên jinan têdikoşin û destekdayîna wan, pêwîst e ku civaka navnetewî zêdetir hewl bide.