Li Yemenê ji sedî 80’yê jin û zarokên keç koç kirine

Li gorî rapora UNFPA’yê, jin û zarokên keç herî zêde ji encamên krîzan bandor dibin. Di raporê de bal kişandin ser tundî û zêdebûna xeteriyên zewaca zarokan. Banga bihêzkirina desteka navnetewî û avakirina mekanîzmayên parastinê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Yemenê jin, krîza herî giran a dinyayê dijîn. Pevçûnên ku bi salan e didomin, êşên ku jinan di astên cûda de jiyane kûr kir, li gel xirabbûna şertên mirovî, tundiya xwe dispêre zayenda civakê û binpêkirin zêde dibe.

Fona Nifusa Netewên Yekbûyî (UNFPA), rapora sala 2025’an weşand û di raporê de derket holê ku bi domandina pevçûnan û bi hilweşîna xizmetên bingehîn re, krîza mirovî ya li Yemenê her ku diçe giran dibe. Li gorî raporê pêwîstiya 19.5 milyon kesan bi alîkarî û parastinê heye. Ji vana 4,8 milyon kes di nava bajêr de ji cihên xwe bûne.

Herî zêde jin û zarokên keç bador dibin

Di raporê de hate diyarkirin barê herî giran ê krîza ku bi salan didome, jinên Yemenê û zarokên keç hildigrin. Nifûsa ku di nava welat de ji cihê xwebûne ji sedî 80’yê ji jin û zarokên keç pêk tê, 6,2 milyon jin bi xeteriya tundiya ku xwe dispêre zayenda civakî re rûbirû ne. Li herêmên gundewar, zêdeyî ji sedî 90’î derbarê pêşîlêgirtina tundiyê û mudaxeleyê de xizmetên pêwîst nayê dîtin. 

UNFPA’yê bal kişand ser xetereya zewacên zarokan ku ji 18 salî û kêmtir digre nava xwe, her ku diçe zêde dibe. UNFPA’yê destnîşan kir ku li Yemenê ji sêyan yekê jinan bêyî ku xama bin, hatine zewicandin. UNFPA’yê da zanîn ku ev rewş rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vekiriye, ev jî gefê li jiyana zarokên keç û pitikan kiriye û bandorên mayînde dihêle.

Bang

Di raporê de hate îfadekirin ku domandina pevçûnan, kêmbûna fonan, guherîna avhewayê û rageşiyên herêmê, faktorên sereke yên kûrkirina êşên gelê Yemenê dijîn û ewlehiya mirovî dike xeterê ne. Di raporê de hate destnîşankirin ku divê civaka navnetewî hewldanên xwe zêde bikin û hat gotin ku pêkanîna mekanîzmayên parastina bi bandor a ji bo jin û zarokên keç, gelek girîng e.