Li Yemenê ji bo parêzvaniya girtiyên jin li ser medya mecazî kampanya hat destpêkirin

Li Yemenê li ser tora civakî ya Twitterê ji bo berdana girtiyên jin yê di girtîgeha Hûsiyan de bi taybet ji bo berdana Întîsar El-Hamadî kampanya hate destpêkirin.

NOOR SURIB

Yemen- Di bin navê “Bila 3 hezar girtî werin berdan” de parêzvanên mafên mirovan ên jin li Yemenê bi li ser medya mecazî ya twîtterê kampanya heştegê hate destpêkirin bi vê kampanayê dixwazin êş û azarên girtiyên jin ên li girtîgehên Hûsî li Sanayê jiyan dikin û daxwazên wan ji bo bidestxistina mafên xwe yên ku ji aliyê qanûnên Yemenê ve hatine garantîkirin raxin ber çavan.

Di derbarê kampanyayê de parêzera piştgiriya 3000 girtiyên jin dike  Samîa El-Exbarî ji ajansa me re axivî û got: “3000 hezar jin di girtîgehên Hûsiyan de ne, hinek ji wan di dozên tawanan de girtî ne û em daxwaz dikin ku mafên wan yên qanûnî yên garantîkirî bên dayîn û rê bidin sazî û dezgehên çapemeniyê biçin girtîgehê û giliyên girtiyan bibihîzin. Hin girtiyên jin bi dozên din hene ku xwedî helwestên dijî Hûsî ne, ji ber sînordarkirinên li ser jinan û hewildana wan ji bo şikandina van sînoran, ew hatin girtin. Tewanên wek fuhûş û bazirganiya madeyên hişbir, li wan hat birîn mîna modelîst û lîstikvan Întîsar El-Hamadî. Grûpa Hûsî bi rêya medya û malperên tora civakî van tometbaran belav dike, ji ber ku em di civakek kevneperest de ne, lewra jin dê hevsengî û hevgirtina civakê winda bike. Zêdebarî tirsandina jinên bi mebest, da ku yên din newêrin mafê xwe yê xwendinê, kar, derketina derve û geştê bi kar bînin û qedexeyên ku li ser navê olê ji aliyê komê ve hatine danîn bişkînin.”

“Sedema mayîna Întîsar ya di girtîgehê de nijadperestî ye”

Modelîsta Yemenî Întîsar El-Hamadî di Sibata 2021'an de ligel hevkarên xwe, bi tometên exlaqî li Sana hat girtin û li dadgehê ku ji hêla parêzvanên mafên mirovan ve wekî sexte tê binavkirin, hate dadgeh kirin, li ser bingeha îtîrafên ku ji keçan bi zorê hatine derxistin. Beşdarên kampanyayê nûçeya azadkirina jina ciwan ya bi navê Yusra El-Neşîrî ku bi Întîsar El-Hamadî re hatibû girtin û bi heman tawanê hate dadgehkirin parve kirin û daxwaza berdana Întîsar El-Hamadî jî kirin. Samîa El-Exbarî di derbarê girtina Întîsar El-Hamadî de wiha got: “Ji ber ku dayika wê ji Esyobyayê ye Hûsiyan ew giritye. Sedema mayîna Întîsar ya di girtîgehê de nijadperestî û herêmî ye û ji ber feqîre û nikare pereyan bide. Biryara berdana girtiyên mayî yên ku bi jina ciwan Întîsar El-Hamadî re hatibûn girtin û hatin darizandin heye û cihê mixabiniyê ye ku ev biryar Întîsar El-Hamadî dûr dix.”

Hêjayî  bi bîr xistinê ye ku Rêxistina Lêborîna Navdewletî di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku Întîsar El-Hamadî di dema girtina xwe de hat lêpirsînkirin û çavên wê girtî bûn û rastî destdirêjiya laşî, devkî û heqaretên nijadî hat her wiha neçar ma ku îtîraf bi gelek tawanan bike, di nav de madeyên hişber û fuhûş jî hebû.

“Divê her kes li cem wê bisekine”

Samîa El-Exbarî bang li hemû parêzvanên jin, xebatkarên çapemeniyê yên jin û mêr kir ku girîngiyê bidin giliyên girtiyên jin û piştgiriyê bidin wan da ku mafên xwe yên qanûnî bi dest bixin û ji bo parêzvaniya Întîsar El-Hamadî li qadan bin û wiha dom kir: “Divê em xwedî li êşa girtiyên jin derkevin, mafên hemû girtiyên jin hene divê ku berçavan re were derbaskirin. Divê piştgiriya Întîsar El-Hamadî bê kirin ji ber ku wê dema fikirî ku gel doza wê ji bîr kiriye û ew bi tena serê xwe bi neheqiyê re rû bi rû maye porê xwe kur kir û rewşa wê xirab bû. Doza Întîsar El-Hamadî doza her jinê ye û dozeke mirovî ye. Tişta ku hatiye serê wê wê were serê kesên din jî, lewma divê her kes li cem wê bisekine û tedbîrên derqanûnî û neexlaqî yên ku li dijî wê tên kirin red bike.”

Hêjayî gotinê ye ku Navenda Emerîkî ji bo Dadweriyê raporek weşand û tê de binpêkirinên li dijî girtiyên jin ên Girtîgeha Navendî ya Sana şermezar kir, di nav wan de rûreşkirin, nehiştina serdana malbatan, serdana rêxistin û parêzeran û nehiştina bikaranîna telefonan û danûstandina bi malbatên  xwe re.