Li Yemenê ji bo bîranîna Îftehan el-Meşherî bîrdariyek vekirin
Li Taizê, di salvegera kuştina akademîsyen û rêveber Îftehan el-Meşherî de bîrdariyek hate vekirin; hate destnîşankirin ku ew bi têkoşîn û wêrekiya xwe bûye mîrateyeke zindî ji bo jinên Yemenî.
Yemen – Li bajarê Taizê yê Yemenê, di salvegera yekem a mirina akademîsyen û rêveber Îftehan el-Meşherî de çalakiyek bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiya ku ji aliyê Zanîngeha Taizê û ‘Yekîtiya Jinên Wehaj’ ve hatî li darxistin de, li ber pirtûkxaneya navendî ya zanîngehê ji bo bîranîna Îftehan el-Meşherî bîrdariyek hate danîn.
Îftehan Meşherî di 18’ê Îlona 2025’an de, li çerxa Sînan a li Taîzê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin. Hat ragihandin ku Îftehan Meşherî yekem jin bû ku serokatiya Fona Paqijkirin û Başkirina Taîzê kir û di dema wezîfeya xwe de li dijî gendeliya darayî û îdarî xwedî helwest bû. Li gorî çavkaniyan, ew li dijî hin komên leşkerî û çekdar ên ku bi neyasayî ji fonê fon dixwaz kirin derketibû.
‘Ji bo jinan bû çavkaniya îlhamê’
Di çalakiya bîranînê de akademîsyen, parêzvanên mafên jinan û xwendekaran axivîn. Di axaftinên xwe de, Îftehan el-Meşherî ne tenê wekî rêveberek serketî, di heman demê de wekî yek ji sembolên beşdariya jinên Yemenî di jiyana giştî de binav kirin.

Endama Yekîtiya Jinan a Wehaj Ula es-Sekaf, diyar kir ku Îftehan el-Meşharî di warê xwendin û pêşxistina jinan de şopeke girîng hiştiye û ew mînaka jinên ku di demên krîzê de berpirsyariyê digre ser xwe ye.
Di çarçoveya çalakiyê de behsa beşdariyên Îftehan el-Meşherî yên di pêşxistina binesaziya teknîkî û xizmetê ya Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Taizê de hate kirin û belgefîlmek li ser jiyana wê hate pêşandan.
‘Sembola rastiyê ye’
Karmenda Fona Paqijkirin û Başkirinê Ehlam Abdulkadir eş-Şamî, da zanîn ku her çend salek bi ser mirina Îftehan el-Meşherî re derbas bûye jî, êş berdewam dike û got: “Em wê ji ber biryardariya wê ya rastgoyî, dîsîplîn û dilsoziya wê ya ji bo xebatê bi bîr tînin.”
Sekretera Giştî ya Dadgeha Zarokan a Taizê Ruqeyya Abdullah Şeybanî, anî ziman ku girtina rola rêveberiyê ji aliyê Îftehan Meşherî ve di qadek ku mêr lê serdest in de di aliyê jinan de mînakek girîng e û got: “Mirina Îftehan Meşherî divê ne tenê wek windakirina kesek, divê wek êrîşek li ser prensîbên yekparçeyî û reforma di saziyên giştî de bê dîtin.”
‘Îftehan el-Meşherî ji bo jinan mînakek hiştiye’
Rêvebera Pirtûkxaneyên Zanîngeha Taîzê Wefa Emîn el-Dûmaînî, îşaret bi wê yekê kir ku Îftehan el-Meşherî tevî zext û gefan jî ji wezîfeya xwe paşve gav neavêtiye û wiha pê de çû: “Îftehan el-Meşherî ji bo jinan mînakek hiştiye da ku bighîjin peywirên rêveberiyê û wêrekiya wê ji bo jinên Yemenî mîrateyek zindî ye.”
Merasîm bi vekirina bîrdariyek ji bo bîranîna Îftehan el-Meşherî û rêzgirtin ji bo xebata wê ya tevahiya jiyanê bi dawî bû.
Îftehan el-Meşherî li Zanîngeha Taîzê di yekîneya pirtûkxane û navenda weşanê de gelek peywirên rêveberiyê girt û di Cotmeha 2023’an de, dema ku wek Rêvebera Giştî ya Fona Paqijkirin û Pêşxistina Taîzê hate tayînkirin, ew bû yekem jina ku ev peywir girtiye.