Li Yemenê ji ber birûskan 20 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Yemenê ji ber bahoza ku li gelek herêmên Yemenê rabû, nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Gelek welat di encama guherîna avhewayê de dibin şahidê karesatên xwezayî û yek ji wan jî Yemen e, ku bûye şahidê barîna zêde ya baranê û birûskan, ku bi dehan kes bûne qurbanî û hejmarek ji niştecihan koçber bûne.

Li Yemenê ji ber bahoza ku li gelek herêmên Yemenê rabû, nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Hefteya borî Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku di encama barîna zêde ya baranê li Yemenê de 77 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 35 hezar malbatên Yemenî ji ber barana zêde û lehiyên wêranker zirar dîtine.