Li Yemenê ji 2 hezar û 500 zêdetir bûyerên nexweşiyan belavbûyî hatin qeydkirin

Di 7 mehên destpêkê yên salê de, li Yemenê xebatên saziyên tenduristiyê tên astengkirin û ji ber şerê ku li navendên cuda berdewam dike, bi hezaran bûyerên nexweşiyên belavbûyî hatin raporkirin.

Yemen – Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), diyar kir ku di 7 mehên destpêkê yên sala 2024’an de li navenda Muwaiz a bajarê Taîz ya başur rojavayê Yemenê ji 2 hezar û 500 zêdetir bûyerên kolera, ta û şewba humayê hatine tomarkirin. 

MSF’ê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, roja Çarşemê ragihand ku li navçeya Muwaizê ya rojavayê bajarê Taizê ji ber ku kapasîteya lênihêrîna tenduristî ya seretayî li deverên gundewarî yên zêde bike hat zanîn ku ji sala 2023’an vir ve alîkarî daye saziya tenduristiyê û 2,542 bûyerên nexweşiyên enfeksiyonê li navenda tenduristiyê derman kirine.

Ji meha Çileyê heta meha Tîrmehê, li saziya koma tendirustî ya MSF’ê 965 bûyerên tayê û 488 bûyerên şewba humayê yên hatibûn tomarkirin, hatin tedawîkirin.

Di heman demê de tîmên MSF’ê ji ber zêdebûna bûyerên vîrik û kolerayê, di navbera mehên Nîsan û Tîrmehê de 1,089 nexweşên bi nîşaneyên nexweşî jî tedawî kirin.