Li Yemenê ji ber şer 313 hezar kes koçber bûn Taîz vediguhere bajarek xalî

Li Yemenê ji Tebaxa borî ve, nêzî 313 hezar kesan ji ber şer koç kiriye. Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), bajarê Taîzê rêjeya herî mezin a koçberan tomar kiriye.

Navenda Nûçeyan – Yemen şahidiya aloziyeke leşkerî ya tund dike. Ev rewş bi êrîşên  asmanî yên berfireh û şerên bejayî yên ku her ku diçe zêdetir dibe û dibin sedema windahiyên jiyanî û maddî yên mezin, didome. Ev rewş gefê li ser hilweşîna hewldanên aramkirina herêmî dike û welat ber bi qonaxeke nû ya pevçûnan ve dibe.

‘Ji her 5 kesên koç kirine 2 kes ji Taîzê ne’

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) îro ragihand ku pêlên koçberiyê li Yemenê hîn jî berdewam dikin û ev agahî dan: “Ji meha Tebaxa borî ve li çend bajarên rojava û bakurê rojavayê welat, hejmara kesên ku ji ber rewşa heyî neçar bûne terka malên xwe bidin, gihîştiye nêzî 313 hezar kesan. Di heman demê de bajarê Taîzê rêjeya herî mezin a koçberan tomar kiriye. Ji her pênc kesên ku neçar bûne ji herêmên xwe koç bikin, du kes ji vî bajarî ne.”

‘69 kes mirî û 212 birîndar hatine tomarkirin’

Derbarê windahiyên mirovî de, ofîsê destnîşan kir ku ji destpêka Tebaxa borî ve 281 kesên sivîl wekî ‘qurbanî’ tomar kirine. 69 ji van kesan mirine û 212 kes jî birîndar bûne. Her wiha ji sedî 3’yî zêdetirê tevahiya qurbaniyan, zarok in.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku hewldanên mirovî bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî hîn jî berdewam in da ku bighîjin malbatên zirar dîtî û hewcedariyên wan ên bingehîn peyda bikin. Ofîsê ragihand ku di nav alîkariyan de xwarinên amade, pêdiviyên paqijiyê û alîkariyên lezgîn ên mirovî hene. Ofîsê da zanîn ku ev alîkarî li gorî derfet û şert û mercên li qadan tên peydakirin.

Her wiha ofîsê bang li hemû aliyan kir ku sivîl û avahiyên sivîl ji kiryarên şer dûr bigirin û berpirsyariyên xwe yên li gorî zagona navneteweyî ya mirovî pêk bînin. Ofîsê tekez kir ku divê gihîştina alîkariyên mirovî bi awayekî bi ewle, bi rêkûpêk û bê astengî ji bo kesên zirar dîtî û hewcedarên li hemû herêman, bê  mîsogerkirin.