Li Xurmalê jinek ciwan a 25 salî agir berda bedena xwe

Li herêma Xurmalê jinek ciwan a 25 salî agir berda bedena xwe û wê rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmanî.

Navenda Nuçeyan- Şeva bûrî jinek ciwan ya 25 salî bi navê Ş.A.E ya xelkê taxa Dalanî ya herêma Xurmal ya girêdayî Helepçe agir berda laşê xwe û ji ber giraniya birîna wê ew rakirin nexweşxaneya şewatê ya bajarê Silêmaniyê.

Berdevgê rêveberê polîsan yê Helepçe Muqdem Barzan Osman Mehemed di daxuyaniyekê de diyar kir ku şeva 5’ê Hezîranê li herêma Xurmalê li taxa Dalanî jinek ciwan ya bi navê Ş.A.E agir berdaye bedena xwe û beşek ji laşê wê şewitiye û ew rakirine nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê û lêkolîn di derbarê bûyerê de tê kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye di nava meha Gulanê de 17 jin hatine kuştin yan jî neçarî xwe kuştinê hatine kirin û tundîtujî li beramberî jinan tê kirin, sedemê zêdebûna tunditujî û kuştina jinan aqlê mêrsalarî, xirabûna rewşa aborî, nebûna sîstema hikumetê û serweriya yasa û dadgehê ye.