Li Xoy ê zaroka 13 salî ji ber zewaca bi darê zorê xwe şewitand
Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê malbata zaroka 13 salî Roşenek Hesen Elîlû hewil da bi zorê wê bide zewicandin, Roşenek a nexwest bizewice nekarî li pêşiya fikira malbata xwe bibe asteng xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da.

Xoy - Li navçeya Kotol a bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê zaroka keç a binavê Roşenek Hesen Elîlû agir berî xwe da û jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) malbata Roşenek xwestiya bi zorê wê bidin zewicandin ji ber Roşenek ê nexwestiye bizewice û weke din çare nedîtiye agir berî xwe daye.