‘Li Xezayê zêdetirî milyonek zarok bi birçîbûna giran re rû bi rû ye’
Rûxmê agirbestê jî, êrîşên hewayî yên hêzên Îsraîlê ya li dijî herêmên cûda yên Xezayê didome. Li Xezayê qeyrana mirovî ya giran didome û nebûna pêdiviyên bingehîn hewceyê mudaxeleyek lezgîn û berfireh e.
Navenda Nûçeyan – Şerê ku du salan li Xezayê berdewam kir, êşên mirovî ya gel kûrtir kir û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Hema bejê tevahî binesaziyê hilweşiya û birçîbûn, nexweşî û şewban belavbûn. Rûxmê agirbestê jî, artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên hewayî yên li dora Xan Yûnis û Deyr el-Belah didomîne.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên li Xezayê, balafirên şer ên Îsraîlê îro danê siharê li dijî herêmên rojhilatê bajêr êrîşên hewayî yên dijwar pêkanî û li heman herêmê mal hatin teqîn û hilweşandin.
Artêşa Îsraîlê her wiha herêma derdora Deir el-Belah a li navenda Xezayê topbaran kir û balafirên keşfê û êrîşê jî li ser herêmê difirin. Di heman demê de operasyonên teqîner ên li herêma mîna "herêma sor" tê zanîn didome û heta niha der barê kesên jiyana xwe ji dest dane de tu agahî nehatin parvekirin.
Ev geşedanan, di pêvajoyekî ku rûxmê agirbest didome jî hêzên Îsraîlê operasyonên xwe li Xezayê didomînin û ketina alîkariya mirovî asteng dike de tê jiyîn.
Zêdetirî milyonek zarok birçî ne
UNICEF’ê ragihand ku li Xezayê zêdetirî milyonek zarok pirsgirêka cidî ya xwarin û avê dijîn û destnîşan kir ku rûxmê agirbestê jî, bi hezaran zarok "bi zikê vala xew dikin."
Berdevka UNICEF’ê Tess Ingram, diyar kir ku agirbest gavek erênî ye, lê ji bo çareserkirina qeyrana birçîbûnê ne têrkêr e. Tess Ingram, destnîşan kir ku binesaziya av û paqijiyê di astekî mezin de hatiye hilweşandin û rewşa mirovî "pir xirab" e.
UNICEF’ê, destnîşan kir ku kêm be jî mîqdara alîkariyan zêde bûye, lêbelê li gorî beriya ne têrkêr e û banga li civaka navneteweyî kir ku " ji bo dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên zarok û malbatên li Xezayê herikînek domdar a alîkariya mirovî misoger bike."