Li Xezayê tenê di 2 rojan de 100 hezar Filistînî ji cih û warên xwe bûn

Şaredariya Deyr el-Belah a li Xezayê ragihand ku ji ber bombebaran û gefên Îsraîlê yên ji bo valakirina herêmê di 2 rojên dawî de nêzî 100 hezar Filistînî ji cih û warên xwe bûne.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Li gorî daxuyaniya herî dawî ya ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê hat dayîn, ji ber êrîşên Îsraîlê, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 40 hezar û 334, hejmara birîndaran jî bûye 93 hezar û 355.

Ji destpêka êrîşan ve heta niha ‘fermanên tehliyeyê’ yên hatîn weşandin re Filistînî her car neçar dimînin cihê xwe biguherînin. Li Xezaya ku tu cihê bi ewle lê nemaye, gel bi birçîbun û têhnbûnê re têdikoşe. Şarederiya Deyr el-Belah a ku li beşa navendî ya Zîvala Xezayê ye ragihand ku, ji ber bombebaran û gefên Îsraîlê yên ji bo valakirina herêmê di 2 rojên dawî de nêzî 100 hezar Filistînî ji cih û warên xwe bûn.

100 hezar Filistînî ji cih û warên xwe bûn

Şaredariya Deyr el-Belahê der barê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku ji ber daxwaz û tehdîdên Îsraîlê yên ji bo valakirin û bombebaranê di 2 rojên dawî de 100 hezar Filistînî ji rojhilatê bajêr koç kirine û 20 navendên stargehê ji xizmetê derketin.

NY: 16 fermanên tehliyekirinê hatin dayîn

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), Îsraîlê di navbera 1’ê Tîrmehê û 21’ê Tebaxê de 16 caran "fermana tehliyekirinê" daye û di navbera 1 û 16’ê Tebaxê de nêzî 213 hezar Filistînî bi darê zorê hatine koçkirin. Li gorî daneyan, li Zîvala Xezayê ji 10 kesan 9 jê ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûne. Tê diyarkirin ku piraniya Filistîniyên li Xezayê, neçar dimînin herî kêm mehê carekê koç bikin.