Li Xezayê rûniştineke diyalogê ya li ser mafên jinan ên di saziyên akademîk de
Di rûniştina diyalogê ya ku ji aliyê Navenda Ragihandina Civakî ve li Xezayê hat organîzekirin de mijarên herî girîng ên têkildarî mafên jinan ên di saziyên akademîk de hat nîqaşkirin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Navenda Ragihandina Civakî ji bo çanda rêzgirtina jinan û wekheviya zayendî di saziyan de bi pêş bixin û jin karibin mafên xwe biparêzin, li ser mafên jinan ên di saziyên akademîk de rûniştinek diyalogê organîze kir. Di rûniştina diyalogê de mijarên herî girîng ên têkildarî mafên jinan ên di saziyên akademîk de û mijarên ku jin êşê jê dikşînin wek Qanûna Rewşa Kesane, lênihêrîna tenduristiyê, zewaca di temenê biçûk de, binpêkirinên li dijî jinên astengdar a ji aliyê malbat û civakê ve û şantajên elektronîk hatin nîqaşkirin.
"Rûniştin ji bo eşkerekirina hin mijaran hat oragnîzekirin"
Koordînatora medyaya Navenda Ragihandina Civakî Basma El-Kurd diyar kir ku wan rûniştina diyalogê ji bo nîqşkirina mafên jinan di saziyên akademîk de û mijarên herî girîng ên ku divê di çapemeniyê de bên eşkerekirin organîze kir û wiha got: "Gelek rojnamevan beşdarî rûniştina diyalogê bûn. Ev rûniştin beşeke ji rêzeçalakiyên ku ji aliyê Navenda Ragihandina Civakî ve yên ji bo piştgirîkirina mafên akademîsyenên jin ên li saziyên akademîk û zanîngehên Filistînê yên li Xezeyê tên organîzekirin.
"Jinên akademîsyen rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan tên"
Rêvebira rûniştina diyalogê Samiya El-Xesîn behsa zehmetiyên ku jinên akademîsyen dikşînin kir û wiha got: "Jinên akademîsyen di saziyên perwerdehiya bilind de dema xebatên xwe yên akademîk dimeşînin rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan tên, di zanîngehan de tên marjînalkirin û nahêlin ku ew bigihêjin cihên biryardanê. Akademîsyenên jin di hemû qadan de derfet û îmkanên pêşdebirin û pêşketinê bidest naxin."
"Em daxwaza hebûna referansa parêzvaniya rojnamegerên jin dikin"
Endama Komîteya Jinan a Sendîkaya Rojnamegeran Sefa El-Hesenat anî ziman ku ew careke din çi di akademiyan de, çi di sektora taybet de bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin û wiha axaftina xwe domand: "Me dît ku cudakariya li ser jinan li ser bingeha zayendî heye, ku bi taybetî jinên rojnameger di kursên perwerdeyê, atolyeyan, gera derve û mûçeyan de rastî vê cudakariyê tên. Em daxwaza hebûna referansa parêzvaniya rojnamegerên jin û pêkanîna kursên mafên jinan dikin."
"Karmendên jin bi şîdeta aborî re rû bi rû dimînin"
Pêşkêşvan Madlên Şeqlêh eşkere kir ku tundî yek ji mijarên herî girîng e ku divê were nîqşkirin bi taybet şîdeta aborî ya ku karmendên jin pê re rû bi rû dimînin û wiha anî ziman: " Ji aliyekî din ve jî destdirêjiya li pey hev li ser Xezaye bandorên nerênî li ser jinan kir. Her wiha derketina Koronayê zextên civakî û derûnî li ser jinan bi xwe re anî."
"Em dibînin ku rêjeya jinên di postên pêşketî de li gorî mêran kêm e"
Rojnamevan Şêrîn Xelîfe teqez kir ku civak ferz dike ku jin ji mêr kêmtir e û ew parêzgerê wê ye û wiha axivî: Ev cudakarî dê di paşerojê de bandoreke neyînî li hemû hûrgiliyên jiyana jinan bike. Em dibînin ku rêjeya jinên di postên pêşketî de li gorî mêran kêm e."