Canan Kaftancioglu hat girtin
Seroka Bajarê Stenbolê ya CHP'ê Canan Kaftancioglu ya ji bo kirariyên înfazê bên kirin çûbû li Edliyeya Stenbolê, hat girtin û wê şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.
Navenda Nûçeyan- Seroka Bajar a CHP'ê ya Stenbolê Kaftancioglu ku Dadgeha Bilind 4 sal û 11 meh cezayê wê erê kiribû, li Edliyeya Stenbolê ya ji bo kirariyên înfazê çû hat girtin. Canan Kaftancioglû bîrin Girtîgeha Sîlîvriyê.
Parêzera Canan Kaftancioglu Doguşcan Aydin Aygûn, da zanîn ku dê muwekîlê wê piştî pêkanînan bikeve girtîgehê û li vîr jî bi şertê kontrola edlî serbest bê berdan.
Ji Canan Kaftancioglu peyam
Canan Kaftancioglu ya li hesabê xwe yê medyayê parve kir, ev peyam parvekir: “Trol û troliçeyên ku bi înadî hewl didin ku ji min re dibêjin 'dijminê dewletê' û têgihiştinekê avabikin; ger ez bibûma dijminê tiştekî, ez ê bibûma dijminê AKP'ê ku ez ew jî nabim. Ji ber ku di rihê min de tune ye, mîna ku ez nikarim bibim dijminê we jî :)
Bila dijminatî ji wa re bimîne, ger ez ji kesên ku îftîra, heqaret, çêr û derewan dikin re dijminatî bikim, ez ê dişibim we, di jiyanê de tiştê ku ez herî zêde jê ditirsim ew e. Ne hişê we ne jî ufku ya we têra pîvandina hezkirina min a ji jiyan, xweza û welatê xwe re nake.”