Li Xezayê li ser rê û rêbaz û pêdiviyên rojnamegeriyê kurs hat dayîn
Ji bo ku di warê rojnamegeriyê de agahdarî çêbibe û tiştên pêwîst werin zanîn, li Xezayê kursa perwerdeyê hat dayîn.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Komeleya Demokratîk a ji bo Mafên Karkeran li Xezayê bi hevkariya Sendîkaya Rojnamegeran ji bo başkirina şert û mercên jîngeha xebatê, rêxistina mafan û nîqaşkirina wan di çapemeniyê de û belavkirina hişmendiyê û çanda qanûnî perwerdeyek ji bo lêkolînkirina hewcedariyên rojnamegeran li dar xist.
"Divê saziyên çapemeniyê yên ku rojnamegerên jin hembêz bikin hebin"
Rojnameger Fîda Ebû El-Atta diyar kir ku rastiya rojnamegeriya Filistînî ya ku rojnamegerên jin tê de dijîn, ji ber binpêkirinên ku ji aliyê dagirkeriya Îsraîlê ve yan jî ji aliyê saziyên sektora taybet ve tên kirin, rastî îstîsmarê tên û bê mûçe tên xebitandin gelekî zehmet e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku şert û mercên aborî ber bi xirabûnê ve diçe, derçûya beşa ragihandinê, ji ber nebûna derfetên kar, neçar dimîne ku ji bilî beşên ku xwendine di karekî din de bixebite. Binpêkirinên herî zêde yên ku rojnamegerên jin pê re rû bi rû dimînin, qedexeya derketina derve û zextên bi hincetên derew û bêbingeh e."
Fîda Ebû El-Atta destnîşan kir ku tevî rastiya dijwar a rojnamegeriya Filistînê, rojnamegerên jin pîşeya xwe baş bi cih tîn û bandorê diafirînin û wiha pê de çû: "Sûc û binpêkirinên herî hovane yên ku di van demên dawî de rû dane, qetilkirina rojnameger Şêrîn Ebû Aqle bû. Divê saziyên çapemeniyê yên ku rojnamegerên jin hembêz bikin hebin, ji bo ku kariyera xwe bidomînin, ji wan re parastin lênêrîn û piştgiriyek psîkolojîk peyda bikin piştî ku ew rastî êrîşkariyê hatin."
"Rojnamegerên jin li Filistînê wek rojnamegeran mafên xwe tam nagirin"
Rojnameger Nûr Wişah jî anî ziman ku zilm û çewisandineke berfireh li ser jinên rojnameger tê kirin û di vî warî de têra azadiya wan nîn e û wiha got: "Rojnamegerên jin li Filistînê wek rojnamegeran mafên xwe tam nagirin û li welatê me jî wek welatên din rastiya rojnamegeriyê berfireh nebûye."
"Ger rojnamegerên jin di qadan de bi hêz û bi israr bin wê xwe îsbat bikin"
Çalakvana civakî û rojnameger Seher El-Bena jî da zanîn ku daxwazek mezin ji bo pisporkirina medyaya dîjîtal ji hêla jinan ve ji ber girîngiya wê heye û wiha anî ziman: "Ez di wê baweriyê de me ku ger rojnamegerên jin di qadan de bi hêz û israr bin wê xwe îsbat bikin û astengiyan derbas bikin."
"Ger em li hemberî hin mijaran îtîraz bikin an em ê bên girtin an cezakirin"
Rojnameger Mona Melika jî got ku yek ji binpêkirinên herî giran ên li dijî rojnamegerên jin tê meşandin, pêkanîna adet û kevneşopiyan e, weke sînordarkirina wan ji lixwekirina hin cilan û derketina derve di rojên diyar de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tiştê ku ji bo rojnamegerên jin tê gotin azadiya mutleq nabînim, nemaze ku em di welatê parçebûyî de ne ger em li hember hin mijaran îtîraz bikin teqez em ê bên girtin an cezakirin."