Li Xezayê konferansa jinan hat lidar xistin

Komeleya Navendên Bernameyên Jinan bi hevkariya Hevbendiya Jinan li Filistînê hewl dide rewşa jinên ku rastî tundiyê hatine baştir bike û hemû xizmetên piştgiriya aborî û manewî ji wan re pêşkêş bike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Komeleya Navendên Bernameyên Jinan bi armanca ronîkirina kêşeyên jinan û gotûbêjkirina pirsgirêk û pêdiviyên wan, bi beşdariya bi sedan jinan û bi piştgiriya hemû saziya alîkariyê ya navneteweyî konferansek femînîst li dar xist.

Di konferansa jinan de ji bo pêşdebirina rasteqîn a rewşa jinan, banga yekkirina hewlan û xurtkirina însiyatîfan hat kirin, ji bo piştgirîkirina hejmara herî zêde ya jinên ku rastî tundî û biçûkxistinê hatine û ji bo agahdarkirina wan ji mafên wan kampanyayên hişyarkirinê bên pêşkêşkirin.

Rêvebera Hêzdarkirina Jinan Semah Giyas da zanîn ku Navenda Bernameyên Jinan jî weke saziyên din ên jinan têkoşîna li dijî her cure şîdeta li ser jinê girtiye ser milê xwe û wiha pê de çû: “Îro em bi beşdariya heft rêxistinên jinan li hemû deverên Filistînê di pêvajoya çalakiyeke mezin de ne. Hemû navendên jinan bernameyên xwe yên stratejîk ku di nava 16 rojan de çalakiyan pêk tîne amade kirine. Çalakiyên îsal cihêreng û herêmî ne. Hemû hurmet ji bo jinên berxwedêr û jinên ku rastî tundiyê hatine, ji bo afirandina jîngeheke ewle û bê şîdet xurt bin.”

Seroka navendên jinan Îtîdal El-Riri jî wiha anî ziman: “Hemû navendên jinan di warê civakî û aborî de xizmeta jinan dikin. Yekîneyên qanûnî piştgirî û hêzê dide jinan û her cure alîkarî û parastinê pêşkêşî wan dike, nemaze di demên awarte û krîzê de. Ev konferans her sal tê lidarxistin û gelek çalakî û xizmetguzarî bi xwe re hildigire ku alîkariya jinan dike ku bigihêjin xizmetên pir beşî û ewlekariyê di asta kesane û civakî de ji bo gihîştina ewlehî û aramiyê.”

Rêvebera Bernameyên Jinan Newal Feyad jî wiha got: “Em her sal bi amadebûna hemû navend û saziyên jinan li hev dicivin da ku xizmetên ji bo jinan bidin destpêkirin. Ev çalakî mexdûrên rewşa xirab a aborî û nexweşên penceşêrê dikin hedef. Em hewil didin ku bi hevkariya rêxistinên jinan û heta ku ji destê me tê em xwe bigihînin hemû jinên civakan. Pêşketina rasteqîn a jinên hatine çewisandin û biçûkxistin, dema ku hewldan yek bin û însiyatîf û kampanya bên zêdekirin, pêk tê.”

Yek ji beşdarên konferansê Newal Qenûna destnîşan kir ku ew bi xebatên xwe hewl didin ku tevlîbûna jinan a siyasî di cihên biryargirtinê û peymanên navneteweyî de zêde bikin û wiha axivî: “Em bi bernameyên bihêzkirina aborî û avakirina projeyên piçûk hewl didin ku şiyanên jinan pêş bixin. Bi hev re, mil bi mil, li dijî her cure tundiya li ser jinan têkoşîn û bi giştî parastina jinan biryarek e.”