Li Xezayê komcivîna ji bo rêzgirtina jinên Filistînê

Bergiriya Sivîl a Filistînê li Xezayê ji bo rêzgirtina jinên Filistînî komcivînek li dar xist.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Bergiriya Sivîl a Filistînê, ji bo rêzgirtina jinên Filistînî komcivînek li Xezayê li dar xist. Di comcivîna hejmarek rojnamevanên jin ên Filistînî amade bûn de Rêvebera Giştî yê Bergiriya Sivîl Zuhêr Şahîn got ku ew meha Adarê weke fersendek ji bo pîrozkirina jinan li hemû welatên cîhanê, ji ber rola wan di hemû astan de dihesibînin, bi taybetî jinên rojnamevanên filistînî ku rolekek girîng di ragihandina rastiyê de dilîzin.

Rojnamevan Emîna Ebû El-Xêr jî rola ku Bergiriya Sivîl ji bo jinan di kursên ewlehiyê de dilîze û dermankirina wan di dema şewatê de pirsî. Emîna Ebû El-Xêr daxwaza hesabpirsînê li stasyonên dagirtina gaz û xazê yên ku di nava malên sivîlan de hatine çêkirin, ku jiyana gelek jin û zarokan xiste metirsiyê, kir.

"Vekirina kursên hişyariyê ji bo mijara gaz û elektrîkê"

Rojnamevan Emel Berîka got ku ew beşdarî komcivînê bû ye da ku karên ku ji hêla Bergiriya Sivîl ve têne meşandin ji bo parastina welatiyên Xezayê dike, nas bike û wiha pê de çû: "Divê Bergiriya Sivîl ji bo jinan di mijara gaz û elektrîkê de kursên hişyariyê veke da ku qezayên ku rastî wan tên kêm bibin."

"Divê hemû jin perwerdê bibînin da ku zanibin tedbîran bigrin"

Rojnamevan Henîn Meyma jî diyar kir ku ew ji ber girîngiya rola rojnamegerên jin di rûbirûbûna demên krîzê de û girtina biryareke guncaw ji ber lezbûna bûyerên ku tirsê zêde dikin, beşdarî komcivînê bûye û wiha domand: "Divê hemû jin kurs û perwerdeyên bi vî rengî bibînin, da ku dema rewşeke awarte li malên wan çêbibe zanibin ku çawa tedbîrên ku ji bo parastina xwe û zarokên xwe bigirin."

Komcivîn bi xelatkirina rojnamevanên jin ji bo keda wan di demên aştî û şer de bi dawî bû.