‘Li Xezayê jin di nava şerê dijwar de hewl didin bihêz bin’
Di çarçoveya projeya ‘Piştgiriya Psîkososyal’ ku ji bo jin û zarokên li Xezayê ji şer bi bandor bûne hat destpêkirin de, hedef ew e ku xwe bigihîjînin 2 hezar û 500 jin û zarokan. Psîkolog Latîfa Şatat got: “Jin di nav şerê dijwar de hewl didin bihêz bin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve dest pê kir û heta niha berdewam dike de zêdeyî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 78 hezar kes jî birîndar bûn. Li bajarê ku bi hezaran kesan malên xwe li pey xwe hiştin û neçar man koçber bibin, hat diyarkirin ku gelek cenazeyên ku nikarin xwe bigihîjîninê hene.
Weke di her şerî de ji şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê jî herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Tevî windahiyên giran û travmayên dijwar, jinên ku ji bo malbat û civakê têdikoşin, hewl didin bi zehmetiyên ku di xwegihandina xizmeta tendirustî û xwarinê de derdikevin re têbikoşin. Psîkolog Latîfa Şatat ku li Xezayê dijî, diyar kir ku jinên bi êrişan dibin hedef, rû bi rûyî qeyraneke mezin a mirovî hatine.
‘Jin hemû çavkaniyên xwe yên jiyanê winda kirin’
Latîfa Şatat da zanîn ku di asteke bilind de dahata malbatê jin pêk tînin û diyar kir ku qeyrana aborî û şer hemû çavkaniyên jinan ên jiyanê ji holê rakiriye û got: “Jin ji ber ku herî zêde ji jiyana xwe û malbata xwe bi fikar dibin, her dem di nava tirsa mirinê de, rastî zehmetiyên mezin ên psîkolojîk tên. Kes nizane wê bombebaran piştre kengê û li ku be. Ji ber pêkneanîna pêwîstiyên bingehîn ên weke av, kehrebe û xwarinê şert û mercên jiyanê xirab dibin. Ev jî jiyana jinan her roja ku diçe zehmetir dike. Bihayê xwarin û pêwîstiyên bingehîn zêde ye. Ger xwe bigihîjînin pêwîstiyên bingehîn jî girtina wan zehmet dike. Dîsa di dema êrişan de bi hezaran mirov seqet man. Ji ber ku nehatin dermankirin. Di mijara ji heqê van zehmetiyan derketin de, jin xwe tenê hîs dikin. Tu piştgiriyekê nagirin. Ev jî wan dixe depresyoneke ku vegera wê tune ye. Êşên ku jinan kişandine nayên tarîfkirin. Bandorê li her aliyê jiyana wan dike.”
‘Bi projeyê hedef dikin ku xwe bigihîjînin 2 hezar û 500 jin û zarokan’
Latîfa Şatat destnîşan kir ku weke Komeleya Alîkariya Filistin ya Give bi armanca başkirina jiyana civakî û psîkolojîk a zarok û jinên ji şer bi bandor bûne dest bi projeya bi navê ‘Piştevaniya Psîkososyal’ kirine û da zanîn ku proje bi finansmana şîrketa veberhênana Ereb APIC’ê didin meşandin. Der barê projeye de wiha got:
“Me bi projeyê jin û zarok kirin hedef. Ji ber ku di dema ji cihên xwe dibin, rastî gelek binpêkirinên mafan ên weke girtin, tacîz, heqaret û hwd. tên. Di heman demê de xelaya ku jiyane jî heye. Li herêmên Başûr wê 2 hezar û 500 jin û zarok bibin hedefa me. Me seansên psîkolojîk ji bo zarok û jinan pêk anî. Ev hemû baş bi encam bûn. Di çarçoveya projeyê de wê rûniştinên cuda ji bo jin û zarokan werin lidarxistin. Wê ji bo her yekê rêzek seansên şexsî û şêwirmendiya malbatê û serdanên malan bên kirin. Bi vî awayî em ê hewl bidin rewşa jin û zarokan bişopînin.”
‘Pêwîstî bi alîkariya lezgîn dibînin’
Latîfa Şatat ku di koordînatora projeyê de cih digre bal kişand ku ji hedefa komên piştevaniya psîkolojîk de zêdetir, pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye û got: “Pêwistiyên jiyanê zêdetir in. Min ji bo wan paketên alîkariyê, hejmara kesên alîkarî bike zêde kir. Tevî bombebaranê min xebatê berdewam kir.” Latîfa Şatat destnîşan kir ku jinên ji cihên xwe bûne asta trajediya ku jiyane, windahî û ji bo ji mirinê birevin ji herêmekê diçin herêmeke din, guhên xwe dane tiştên ku wan jiyane û wiha got: “Rastî polîtîkayeke tundiya dijwar hatin. Bi taybetî zarokên keç ên rastî tecawizê hatine hene. Zagonên navneteweyî hatin binpêkirin lê belê jin di nevanda şerê dijwar de hewl didin bi hêz bibin.”
‘Divê rayedar hewldanên xwe ji bo jin û zarokan zêde bikin’
Latîfa Şatat îşaret bi wê yekê kir ku ji bo xizmet bigihîje hemû jin û zarokan, li herêmên ku proje lê hedef dike pêwîstî bi demek ji du mehan zêdetir heye û ji bo ev proje demek dirêj berdewam bike, divê daxwazên komîteyên rewşa lezgîn û rêveberên stargehan werin esasgirtin. Divê rayedar der barê rewşa jin û zarokan de her dem xwedî agahî bin û ev pêşniyar kir:
“Divê ev kom der barê mezinkirina rewşa civakî û psîkolojîk de hewldanên xwe zêdetir bikin. Cihên eleqedar di dema şerê berdewam dike de û ger pêwîst bike piştre jî divê rewşa jin û zarokan bişopînin. Di rewşên lezgîn de ji bo pêkanîna xizmeta psîkolojîk di bin banê navendên bicihkirina jinan de xalên sabît ava bikin.”