Li Xezayê ji bo cenazeyên li kolanan hişyarî hat kirin
Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên 436 roj in li ser Xezayê didomin de jiyana xwe ji dest dane, her roje diçe zêde dibe, li Xezaya ku gelek cenaze lê hene hişyariya ‘felaketê’ hat kirin.
Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê bênavber didomin. Di daxuyaniya herî dawî ya ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bûye 44 hezar û 930, hejmara birîndaran jî bûye 106 hezar û 624.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê di bin xirbeyan de û li kêleka riyan cenaze hene, ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê tîmên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.
Li dijî dibistanê êriş pêk hat
Ji ber êrişên Îsraîlê her kêlî hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Îsraîlê êrişê dibistaneke ku li bajarokê Beyt Henûn ê li başûrê Zîvala Xezayê kesên ji cihên xwe bûnê xwe spastinê kir. Li gorî encamên destpêkê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmarek zêde kes jî birîndar bûne. Çavkaniyên xwecihî ragihand ku leşkerên Îsraîlê êrişî dibistana Halîl Uveyda ya li bajarokê Beyt Henûn ku kesên ji cihên xwe bûne xwe spartinê kir. Li gorî encamên destpêkê piranî jin û zarok di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku êrişên li dijî dibistanê didomin.
Li Xezayê hişyariya ‘felaketê’
Hişyarî hat kirin ku ji ber cenazeyên li kolan û cadeyên bakurê Zîvala Xezayê ku lê êrişên Îsraîlê didomin dê rê li ber felaketa hewirdorê veke. Berpirsê alîkariya Tibî ya li Xezayê Muhammed Afeş di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Li kolan û cadeyan gelek cenazeyên ku em nikarin xwe bigihîjînin wan hene. Ev rewş wê rê li ber felaketa hawirdorê veke.” Muhammed Afeş destnîşan kir ku hem hejmara personelên tendirustiyê, hem jî hejmara dermanan kêm e û da zanîn ku Îsraîl hedefgirtina nexweşxane û tîmên tendirustiyê didomîne. Bişîjk xizmetê nadin bakurê Xezayê û cerahên ku bikevin emeliyatên krîtîk ên birîndarên giran nemane.”