Li Xezayê hejmara miriyan gihîşt 74 hezarî
Li Zîvala Xezayê ji ber berdewamiya êrîşan û hilweşîna zêdetirî 102 hezar avahiyan karesateke mezin a mirovî diqewime. Tîmên Parastina Sivîl hişyariyê didin ku hezaran avahî di bin xetereya hilweşînê de ne.
Navenda Nûçeyan – Şerê li Zîvala Xezayê dewam dike, dibe sedemê mirina bi hezaran sivîlan û kevilbûna temamiya taxan. Binesazî û nexweşxane di bin siya bêdengiya navneteweyî û têkçûna Neteweyên Yekbûyî ya ji bo misogerkirina agirbestê ya bidawîkirina karesata mirovî ya ku her ku diçe zêde dibe de wêran dibin.
Zarokek keç û jinek ciwan mirin
Di êrîşên Îsraîlê yên îro li ser Xezayê de zarokek keç û jinek ciwan hatin kuştin û 6 Filistînî birîndar bûn. Ev bûyer mînakek din a binpêkirina rojane ya peymana agirbestê ya heyî ye.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê gule avêtine ser mal û konên sivîlan ên ku li kampa penaberan a El-Mexazî ku li rojhilatê herêma dorpêçkirî ye û li bajarê Dêr El-Belah dimînin. Di heman demê de, topxaneya Îsraîlê çend deverên li rojhilatê kampê hedef girt.
Hejmara miriyan gihîşt 74 hezar û 475’an
Li bajarê Xezayê, çavkaniyên bijîşkî ragihandin ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de çend Filistînî birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
Di heman çarçoveyê de, hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 74 hezar û 475’an û hejmara birîndaran jî bûye 175 hezar û 517. Di 24 saetên dawî de bi dehan mirî û birîndar anîne nexweşxaneyê. Ji dema agirbesta 11’ê Cotmeha 2025’an heta niha de hezar û 517 kes mirine, 5 hezar û 400 kes birîndar bûn û bi temamî 839 cenaze ji bin kavilan hatin derxistin. Her wiha tê gotin ku gelek cenaze hîn jî di bin kavilan de an jî li ser rêyan asê mane, ambulans û tîmên rizgarkirinê nikarin bigihîjin wan.
Avahî hilweşiyan
Tîmên Parastina Sivîl ên Zîvala Xeza duh karîbûn çend kesên piştî hilweşîna avahiyek a niştecihbûnê li taxa el-Sabra li bakurê bajarê Xezayê ku di bin kavilan de asê mabûn rizgar bikin. Avahî berê ji ber şer gelek zirar dîtibû. Ajansa nûçeyan a Filistînî WAFA ragihand ku ev bûyer piştî hişyariyên tîmên Parastina Sivîl ên li ser zêdetirî 2 hezar avahiyên di xeteriya hilweşînê de qewimî. Hîn jî hejmarek zêde ya mirovên bê war li gelek ji van avahiyan dimînin.
Tîman her wiha hişyariyên xwe yên li ser xetereyên girîng ên ku niştecih ji ber kêmbûna giran a makîneyên giran û alavên taybetî yên ku ji bo operasyonên rizgarkirinê û rakirina bermahiyan hewce ne pêre rûbirû ne dubare kir.
Di hilweşîna avahiyekê de 21 kes mirin
Berê, tîmên rizgarkirinê ragihandibûn ku di encama hilweşîna avheyek li Xezayê de di nav de 12 zarok, 5 jin û 2 Extiyar 21 kes mirine û 14 kes jî birîndar bûne. Tê texmînkirin ku hîn jî zêdetirî 100 kes di bin kavilan de asê mane. Rayedaran diyar kirin ku hejmara giştî ya miriyan ji ber hilweşîna avahiyên ku ji ber şer zirar dîtine, gihîştiye 50 kesan. Li Zîvala Xeza şerê berdewam bûye sedema hilweşîna zêdetirî 102 hezar avahiyan. Tê texmînkirin ku herî kêm 330 hezar yekîneyên xanî bi temamî an qismî hilweşiyane. Wêrankirinê bandor li dibistan, zanîngeh, nexweşxane, mizgeft, dêr, avahiyên hikûmetê û bi hezaran tesîsên aborî jî kiriye. Binesazî, di nav de rê, torên av û elektrîkê û pergalên kanalîzasyonê û her wiha erdên çandiniyê jî zirareke mezin dîtine. Ev rewş li Zîvala Xeza bûye sedema xirabûneke dijwar a şert û mercên jiyanê yên bingehîn.