Li Xezayê hejmara miriyan gihîşt 32 hezar û 333’an

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de hejmara miriyan gihîşt 32 hezar û 333’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de 107 kes mirin û 176 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7'ê Cotmehê û vir ve dewam dikin jiyana xwe ji dest dan gihîşt  32 ​​hezar û 333’an, hejmara birîndaran jî gihîşt  74 hezar û 694’an.