Li Xezayê hejmara miriyan bû 65 hezar û 502

Hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane di 24 saetan de bi 83 kesan gihîşt 65 hezar û 502’an.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, têkildarî êrîşên Îsraîlê daneyên dawî parve kir. Hat ragihandin ku di 24 saetan de cenazeyên 86 kesan û 216 birîndaran anîne nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê.

Binpêkirinên hêzên Îsraîlê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li Zîvala Xezayê agirbesta 19’ê Çileyê xirab kiriye, di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 18’ê Adarê ve heta niha didomin de 12 hezar û 939 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 55 hezar û 335 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên ku ji 27’ê Gulanê ve heta niha, li ber xalên belavkirina alîkariyan hatin qetilkirina bû 2 hezar û 538, hejmara birîndaran jî bû 18 hezar û 581.

Hat ragihandin ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bûye 65 hezar û 502, hejmara birîndaran jî bûye 167 hezar û 376. Hat diyarkirin ku hê jî di bin xirbeyên li Zîvala Xezayê de bi hezaran cenaze hene.