Li Mexrîbê ji bo şopandina mafên jinan mekanîzmayeke sivîl a serbixwe
Komeleyên jinan û mafên mirovan, sendîkayan û pisporan, ji bo ku pêkanîna erkên neteweyî û navneteweyî yên Mexrîbê di warê mafên jin û keçan de bişopînin û çavdêriyê li ser bikin, mekanîzmayeke sivîl a serbixwe ava kirin.
Mexrib – Li Mexrîbê ji bo parastina mafên jin û keçan, çalakiyên mafên mirovan zêde dibin. Reformên zagonî û însiyatîfên neteweyî ji bo xurtkirina wekheviyê, şerê li dijî tundiya li ser jinan û misogerkirina beşdariya wan a rastîn wek hevparên sereke yên di pêşketina domdar de, bilez bûne.
Komeleyên jinan û mafên mirovan, sendîkayan û pisporên jin û mêr damezrandina "Mekanîzmeya Sivîl a Çavdêriya Pêkanîna Erkên Mexrîbê" ragihandin. Armanca vê mekanîzmayê xurtkirina hevrêziya di navbera aliyên tevgera jinan û mafên mirovan de, her wiha şopandina pêkanîna erkên têkildarî wekheviya zayendan e.
Avakirina mekanîzmayek ji bo şopandina rewşa jinan
Li gorî daxuyaniya aliyên damezrîner, avakirina vê mekanîzmayê li ser bingeha vê baweriyê ye ku pêşxistina mafên jinan û bidestxistina wekheviya zayendan berpirsyariyeke hevpar e. Di heman demê de ew girîngiya serxwebûna tevgera jinan, cihêrengiya pêkhateyên wê û piştgiriya hevbeş di navbera wan de tekez dike.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku hevrêzî û xebata hevpar dikarin bandora çalakiyan zêde bikin. Damezrîneran ragihand ku dixwazin hêza zextê û parêzvaniyê ji bo pejirandina wekheviyê û rakirina hemû cureyên cudakariyê û tundiyê li dijî jin û keçan xurt bikin. Li gorî aliyên damezrîner, zehmetiyên heyî yên di warê wekheviyê de hewcedariya pêşxistina mekanîzmayên xebatê û sazkirina wan wekî saziyan derdixin pêş. Ew bawer dikin ku ev yek dê domdarî û bandoriya şopandin û çavdêriya pêkanîna erkên navneteweyî û neteweyî yên Mexribê di warê mafên jin û keçan de, misoger bike.
Mekanîzma dê rewşa jinan û polîtîkayên giştî bişopîne
Li gorî heman çavkaniyê, mekanîzmayê dê bandora van erkên li ser polîtîkayên giştî, zagonên neteweyî û rewşa giştî ya jin û keçan bişopîne. Her wiha ew dê hewldanên aliyên beşdar yek bike û ji zanîn, ezmûn û pisporiya wan sûd bigre.
Armanc bidestxistina wekheviyê û parastina mafên jinan e
Aliyên damezrîner tekez kirin ku armanca vê însiyatîfê avakirina mekanîzmayeke sivîl a serbixwe û domdar e ku bi dînamîk û hevbendiyên din ên neteweyî re, di çarçoveya temamkerî û hevrêziyê de bixebite. Dibêjin ev yek dê hewldanên parêzvaniyê ji bo bidestxistina wekheviyê û parastina mafên jin û keçan, xurtir bike.