Li Xezayê hejmara miriyan bû 32 hezar û 226

Wezareta Tendirustiyê Filistînê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 32 hezar û 226.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê 170 roj in bênavber berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyê de ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7'ê Cotmehê ve heta niha li ser Xezayê didomin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 32 hezar û 226. Hejmara birîndaran bûye 74 hezar û 518.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de 84 kes hatine kuştin.