Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 35 hezar û 303

Di roja 224’emîn a êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 35 hezar û 303. NY’ê, ragihand ku li Refahê zêdetirê 630 hezar Filistînî neçar mane ji herêmê derkevin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber didome.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê de hate diyar kirin di êrîşên ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li ser herêmên cuda yên Xezayê pêkanî de 4 komkojiyên din pêkhatiye û di van êrîşan de 31 Filistînîyên din jî jiyana xwe ji dest dane û  56 Filistînî jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku bi êrîşên dawî re hejmara kesên li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 35 hezar û 303 û hejmara birîndaran jî bû 79 hezar û 261.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hîn cenaze di bin kavilan de û li ser rê hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, tîmên tendirûstiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Zêdetirê 630 hezar Filistînî ji Refahê derket

Ji aliyê din Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku li Refaha başûrê Zîvala Xezayê ya di bin êrîşên Îsraîlê de, zêdetirê 630 hezar Filistînî neçar man ji herêmê derkevin. Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, têkildarî rewşa bajarê Refahê ku nêzî 1,5 milyon Filistînî xwe spartine de agahiyan da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara Filistîniyên li Refaha ku artêşa Îsraîlê êrîşên berdewam dike bi dare zorê ji cih û warên xwe bûne 630 hezar derbas kir. Hate parvekirin ku Filistîniyan derbasî Deyr el-Belah a Xezayê bûne.