Jinên Ereb ên Şengalê piştgirî dan kampanya TAJÊ ya xweparastinê

Meclisa Jinên Ereb a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da kampanya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ ya ji aliyê TAJÊ ve hatibû destpêkirin.

Şengal – Kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adarê de dabû destpêkirin, didome. Meclisa Jinên Ereb a Şengalê jî bi daxuyaniyeke piştgirî da kampanyaya TAJÊ ya xweparastinê.

Daxuyaniya ku Meclisa Jinên Ereb da wiha ye:

“Weke jinên Ereb ên Şengalê em piştevaniya jinên Êzidî û her gavekî ku davêjin dikin û heta dawiyê em li gel jinên Êzidî ne. Em hêz û vînê didin jina Êzidî. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê xwestin civaka Êzidî têk bibin. Em û her kes dizanin ku civaka Êzidî gelek zilm û zor dît, hat qetilkirin, talan û wêrankirin. Yek ji bûyerên herî bi êş ku jinên êzidî jiyan ev bû, li bazaran hatin kirîn û firotin. Tevî her tiştî jî jin û civaka Êzidî li ber xwe dan û bi hêz sekinîn. Em berxwedan û sekna civaka Êzidî û jina Êzidî silav dikin û em bang li hemû dewletan dikin ku fermana hat serê civaka Êzidî bibînin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Têkildarî kampanyaya TAJÊ endama Meclisa Jinên Ereb Nûfşe Ebid wiha nêrîna xwe anî ziman: “Îro em bi daxuyaniyekê piştgirî didin civaka Êzidî bi taybetî jinên êzidî û tev li kampanyayê dibin. Em naxwazin wek sala 2014’an fermanek bê serê Êzidiyan bi taybetî bi serê jinên Êzidiyan. Em ê heta dawiyê bi civak û jinên Êzidiyan re bin û heta dawiyê tiştên ku li hemberî jinên êzidî û civaka êzidî tê kirin qebûl nakin.”