Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 699

Di Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ya di roja 307’emîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 699.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê  bênavber didomîne.  

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ku 307 roj in bênavber dewam dikin de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 4 qetlîam li dijî herêmên cuda yên Xezayê pêk anîn, di van êrîşan de 22 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest danê û 77 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve li ser Zivala Xezayê hatin kirin de derket 39 hezar û 699’an û hejmara birîndaran jî derket 91 hezar û 722’an.

NY: Êrîş bênavber berdewam dikin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser rewşa dawî ya li Xezayê û Şerîeya Rojava axivî. Berdevk diyar kir ku kuştin, koçberkirin, xerakirina mal û xerakirina binesaziya Filistîniyên li Şerîeya Rojava bênavber berdewam dike û got: "Di navbera 30’ê Tîrmehê û 5’ê Tebaxê de li Şerîeya Rojava 2 jê zarok 16 Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin qetilkirin."

Şewb di asta xeteriyê de ye

Berdevk diyar kir ku bombebarana berdewam a li ser Xezeyê şiyana rêxistinên alîkariyên mirovî yên ji bo bersivdana trawma û rewşên awarte teng dike û ji ber vê yekê mirov bi girseyî jiyana xwe ji dest didin, berdevk destnîşan kir ku gihîştina alîkariyên mirovî ji bo Filistîniyan her ku diçe dijwartir dibe û diyar kir ku şewb di asta xeteriyê de ye.