Li Xezayê di nava 48 seatan de 94 kes jiyana xwe ji dest dan
Rûxmê bangên agirbestê ya navneteweyî jî, hêzên Îsraîlê li dijî Xezayê êrîşên xwe yên hewayî yên tund didomîne. Di nava 48 seatên dawî de 94 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Şerê Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê, di roja xwe ya 731’emîn de ye. Bombebarana hewayî û topan ên tevahiya şevê berdewam kir, li deverên cuda yên Xezayê şer tundir û bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezayê, di seatên dawî de 24 sivîl jiyana xwe ji dest dan û ji wan 14 kes ji bajarê Xezayê bûn 4 kes jî li xalên alîkariyê bûn. Di encama êrîşên hewayî û topan ên dijwar de, gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Xezayê di seatên şev de, herêma pîşesaziyê, zanîngehan û derdora kolanên dibistanan hate hedef girtin. Piştre li taxa Tel el-Hawa dengê topên giran hate bihîstin. Balafirên şer ên Îsraîlê taxa Tuffah û Herêma Ewlekariya Giştî jî bombebaran kirin. Di encama van êrîşan de gelek avahî û dikanên bazirganan ziyanek mezin dît. Her wiha li nêzî herêma Tel el-Hawa û dawiya Kolana Nasir jî wesayîtên Îsraîlê êrîş pêkanîn.
Êrîşan heta başûrê Xezayê jî berdewam kir. Balafirên şer ên Îsraîlê, bakurê Xan Yûnisê bombebaran kir û di heman demê de topxaneyên Îsraîlê rojhilatê Hemadê hedef girtin. Herêma rojhilatê Dêr el-Belah û kampên Bureyc û Nuseyrat ên bakurê (navenda Xezayê) jî di bin topbaranê de man.
Di 48 seatên dawî de, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dihî Zîvala Xezayê de 94 Filistînî hatin qetilkirin.