Li Xezayê di Îlonê de 185 car mafen rojnamegeran hatin binpêkirin

Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê, daneyên meha Îlonê yên binpêkirina mafên rojnamegeran ji aliyê Îsraîlê ve li Xezayê û Şerîa Rojava parve kir. Li gorî daneyan 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane, 9 birîndar bûne 185 car mafên wan hatine binpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê, daneyên meha Îlonê yên binpêkirina mafên rojnamegeran ji aliyê Îsraîlê ve li Xeza û Şerîa Rojava parve kir.

Li gorî daneyan di meha Îlonê de li Xezayê 2 rojnameger bi êrişên artêşa Îsraîlê hatine qetilkirin, li Xeza û Şerîa Rojava 9 rojnameger bi gule û perçeyên roketan birîndar bûne û ji bo ku nehêlin komên çapemeniyê nûçeyan çêbikin 44 car gule li wan hatine barandin

2 rojnamegerên jin hatin binçavkirin

Du jê jin 5 rojnameger hatin binçavkirin, 10 caran avêtin ser saziyên medyayê û malên rojnamegeran û lêgerîn hat kirin. 23 rojnameger bi gaza ku leşkerên Îsraîlê avêtin jehrî bûn û xetera fetisandinê derbas kirin. Bi wesayîdên leşkerî hewl dan pê li 10 rojnamegeran bikin lê rojnamegeran bi zorê xwe xilas kirin.

Li Şerîa Rojava 67 rojnamegeran dema ku xwestin nûçeyan çêbikin hatin astengkirin. Buroya televîzyona Al Jazeera ya li Ramallahê hat girtin, dest danîn ser ekîpmanên wê û li Cenînê ekîpmanên Radyoya Nas û 11 saziyên medyayê hatin şikandin.