Li Xezayê di 428 rojan de 44 hezar û 664 kesan jiyana xwe ji dest dan

Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir va li ser Zîvala Xezayê didomin. Di 24 saetên dawîn da 52 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 664.

Xeza – Wezareta Tenduristiye ya Filistinê der bare êrişen Îsraîlê yê li ser Xezayê daxuyani da. Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de di 4 êrişên ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Zîvala Xezayê pêk aniye de 52 kesan jiyana xwe ji dest dane û 142 kes jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir va li ser Zîvala Xezayê didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 44 hezar û 664 û hejmara birîndaran jî bûye 105 hezar û 976.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de hêj mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.