Li Xezayê di 22 rojan de hezar û 482 kes hatin qetilkirin
Ji 18’ê Adarê û vir ve ku Îsraîlê agirbesta li Zîvala Xezayê xirab kir, di êrişan de hezar û 482 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de agahiyên dawî parve kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşên ku di 24 saetên dawî yên artêşa Îsraîlê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan û 41 kesên birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên li herêmê.
Artêşa Îsraîlê di 18’ê Adarê de agirbesta ku 19’ê Çileyê hatibû bilêvkirin xirab kir. Hat ragihandin ku ji xirakirina agirbestê heya nihe hezar û 482 kesan di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî bûye 3 hezar û 688.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezzayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 50 hezar û 846 kesan û hejmara birîndaran jî bûye 115 hezar û 729. Hate zanîn ku hîna bi hezaran cenaze di bin xirbeyan de li Zîvala Xezayê li benda derxistinê ne.