Li Xezayê bi komxebatekê bal hat kişandin ser xezmetên civakî

Wezareta îtîsalat û Teknolojiy Agahiyê a Xezayê ji bo xizmetkirina kesên temen mezin ku bikarin civakek yekgirtî biafrîne teknolojiya dîjîtal bikar tîne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Wezareta İtîsalat û teknolojiya Agahiyê û Federasyona Şîrketên pergalên Agahiyê yên Filistînê- PITA-  di çarçoveya Roja cîhanî a İtîsalat û teknolojiya Agahiyê ku her sal dikeve 21'ê Gulanê, bi duruşmeya "Teknolojiya dîjîtal di xizmeta kesên temen mezin de ye" komxebatek derbarê bikaranîna teknolojiya ji bo xizmeta kesên temen mezin, lidar xist.

Derbarê komxebatê de usteşarê Wezareta İtîsal û Teknolojiya Agahiya Suheyl Maddûx diyar kir ku duruşmeya îsal a teknolojya dîjîtal a ji bo kesên temen mezin, nirxekî bilind temsîl dike ku rastbûn û dilsozî ye û wiha pêde çû: "Em niha teknolojiyê bikar tînin da ku ji kesên temen mezin re xizmet bikin û debara jiyana wan baştir bikin. her wiha da ku kesên temen mezin di demên teknolojiya dîjîtal de jiyanek bi tenduristî bijîn. Armanca me ew e ku ji bo kesên temen mezin jîngehek dîjîtal a pispor biafirînin û şert û mercên wan baştir bikin."

Sekretera komeleya lênêrîna kesên temen mezin Fedwa El-Şerefa ji ajansa mere axivî û wiha got: "Baltel gelek xizmetên Eliktironîk ji bo kesên nexwende pêşkêş kirin, me jî bi Baltel re li ser vê bingehê li hev kir ku dibê her du cins (jin û mêr) wekhev bin."

Mamoste Fatima Ebû Emara, diyar kir ku Teknolojiya dîjîtal bi kesên temen mezin re dibe alîkar ku bi zarok, nevî û hevalên xwe yên li welatên cûda re biaxivin û wiha got: "Beriya çend rojan me perwerdeya teknolojîk a girêdayî malperên tora civakî, dît û encamên mezin hatin bidest xistin."

Fatima Ebû Emara pişterast kir ku deknolojiya dîjîtal di hemû beşên jiyanê de heye ji bo herkesî wekî alîkariyekê ye û wiha domand: "Em bi hewcedariya navendên perwerdehiyê ne û pêwîste her kes ji kesên temen mezin hez bike û ji wan, ked û tecrûbeyên wan yên jiyanê rêz wan bigre."