Li Xezayê 8 kesên din ji birçîna jiyana xwe ji dest dan

Li Zîvala Xeza ku di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de ye, di nava 24 saetan de 8 kesên din ji birçînan re jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji ber xelayê jiyana xwe ji dest dane giha 281’an.

Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê hejmara kesên ji birçan jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêde dibe. Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Munîr El-Burş, derbarê kesên ku ji ber birçîbûnê li herêmê jiyana xwe ji dest dane de agahî da.

Munîr El- Burş da zanîn ku Li Xeza ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê mirov ji birçan jiyana xwe ji dest didin. Munîr El-Burş destnîşan kir ku di nava 24 saetên dawî de 8 Filistîniyê din ji birçîna jiyana xwe ji dest dane.

Munîr El-Burş diyarkir ku ji 7’ê Cotmeha 2023'an heta niha li Zîvala Xeza hejmara kesên ji birçîna jiyana xwe ji dest dane 114 jê zarok gihaye 281’an.