Li Xezayê 3 rojnamevanên din jiyana xwe ji dest dan

Di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 rojnamevanên din jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de der barê rojnamevanên di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de hatin qetilkirin de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamevan Abdullah Ehmed el-Cemelê ku di Ajansa Nûçeyan a Filistînî ya el-An de dixebitî, nûçegihanê Kovara Aile Saadeti Ahlam Azzat el-Icle û xebatkara Sureyya Medyayê Dîna Ebdullah el-Batnici, jiyana xwe ji dest dan û hêjmara rojnamevanên hatine qetilkirin bûye 150.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xeyayê de 37 hezar û 84 Filistînî ku herî kêm 15 hezar û 517 jê zarok 10 hezar û 279 jin jiyana xwe ji dest dan û 84 hezar û 494 kes jî birîndar bûn.