Li Xezarê krîza avhewayê
Germahiya Deryaya Xezarê di bîst salên dawî de pileyek û nîv zêde bûye û ev yek dibe sedem ku asta avê salê bi qasî 20 santîmetreyan kêm bibe. Ev rewşa metirsîdar gefê li tevahiya jîngeh, aborî û binesaziya herêmên peravê dixwe.
Navenda Nûçeyan – Duh ji aliyê Rêveberê Giştî yê Ajansa Parastina Jîngehê ya Mazandaranê ve daxuyaniyek hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku germahiya Deryaya Xezarê di bîst salên dawî de bi qasî yek û nîv pileya Celsius zêde bûye û vê zêdebûna germahiyê rêjeya buharbûna avê ji sedî 10 heta 15 zêde kiriye.
Asta deryaya Xezarê gihîştiye xala herî nizm
Rêveberê Giştî yê Ajansa Parastina Jîngehê ya Mazandaranê, Muhammed Reza Kananî, li ser encamên guherîna avhewayê yên li ser Deryaya Xezarê daxuyakirin ku asta deryayê di 200 salên borî de gihîştiye xala xwe ya herî kêm û diyar kir ku ev meyl dikare bandorê li jîngehê, debara civakên li peravê û binesaziya li dora Deryaya Xezarê bike.
Li gorî wî, bi qasî ji sedî 25 ava Deryaya Xezarê ji baranê tê û ji sedî 75 jî ji çeman tê, tenê Çemê Volga bi qasî ji sedî 80 ava ku dikeve deryayê pêk tîne.
Bandora buharbûnê li ser kêmbûna asta avê
Her wiha li ser bandora zêdebûna germahî û buharbûnê ya li ser asta ava Deryaya Xezarê jî anî ziman ku asta deryayê salê bi qasî 10 heta 20 santîmetreyan kêm dibe û berdewamiya vê meylê bandoreke neyînî li ser hevsengiya ava Deryaya Xezarê dike.
Gazin û encamên piralî yên kêmbûna avê
Rêveberê Giştî yê Parastina Jîngehê yê Mazandaranê diyar kir ku kêmbûna asta avê ne tenê pirsgirêkeke jîngehê ye, di heman demê de dikare bandoreke neyînî li ser jiyan û debara civakên peravê, tesîs û binesaziyê her wiha ekosîstemên ku bi Deryaya Xezarê ve girêdayî ne ku di nav wan de zozanên peravê jî hene bike.
Her wiha tekez kir ku divê rewşa asta ava Deryaya Xezarê wekî pirsgirêkek piralî were çareserkirin û destnîşan kir ku kêmbûna domdar a asta avê dibe encamên neyînî yên demdirêj li ser jîngeh, aborî û çalakiyên mirovan li herêmên peravê bike.