li Xezayê bi hilweşîna sîstema hiqûqê re jin nagihîjin mafên xwe

Parêzer Aila Nassar encamên ku şerê li Xezayê bi xwe re anîne bi gelek aliyan nirxand, bal kişand ku bi hilweşîna sîstema hiqûqê re êdî jin nikarin bigihîjin mafên xwe û banga dîtina çareseriyê ya demildest kir.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Êrişên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê berdewam dikin, ziyanek mezin dane sîstema hiqûqê, jin li hemberî şert û mercên zehmet ên şer têdikoşin. Jin ne tenê rastî êrişên Îsraîlê tên, di heman demê de rastî tundiya mêran jî tên. Li herêmê binpêkirinên şer zêde dibin, di pêvajoya hiqûqî de parastina jinan hema bibêje hatiye rewşa ne pêkan.

‘Rewşa jinan her diçe xirabtir dibe’

Der barê rewşa li Zîvala Xezayê de me bi parêzer Aila Nassar re hevdîtin kir, diyar kir ku ji roja şer dest pê kiriye ve heta niha rewşa jinên li Xezayê her diçe xirab dibe. Aila Nassa der barê vê rewşê de wiha got: “Beriya şer jinan li hemberî binpêkirinên li ser xwe serî li riya hiqûqê didan, niha di vê rewşê de valahiyeke zagonî heye. Bi berdewamkirina şer re rewş tevlihevtir bûye. Jinên li Xezayê, ji bo xwe mekanîzmayên wan biparêzin, mafê wan bidin, nabînin û rastî binpêkirinên zêde tên.”  

‘Jin bê parastin in’

Aila Nassar da zanîn ku li Zîvala Xezayê ji ber tunebûna sîstema hiqûq û edaletê rewşa jinan gelek trajîk û tevlihev bûye û wiha got: “Beriya şer ji bo jin mafên xwe bigrin dikaribûn li dadgeh, rayedarên ewlehiyê û navendên mafên mirovan gilî bikin. Em di meha yazdemîn a şer de ne û piraniya dadgehan hilweşiyane, arşîvên dozan nemane û tune bûne. Beriya şer jinên Xezayê ji derveyî pirsgirêkên civakî û aborî rastî cihêkariyê dihatin. Bi şer re zêdebûna tundiyê û hilweşîna binesaziya hiqûqê jin zêdetir bê parastin mane. Beriya şer der barê guherîna van şertan de hewldan hebûn lê belê şerê ku berdewam dike rê li ber daketinek girîng a van hewldanan vekir.”

‘Dozên xwedîkirina zarokan li dijî jinan weke çek tên bikaranîn’

Aila Nassar destnîşan kir ku ji ber şer dadgeh bê erk bûye û wiha domand: “Şer di heman demê de bû sedem ku jin ji riyên bingehîn ên hiqûqê bêpar bimînin. Jin ji bo mafê nefeqe, mîras û xwedîkirina zarokan bi dest bixin, serî li dadgehên şerietê didan. Li gel girtina dadgehên şerîetê, dozên xwedîkirina zarokna li hemberî jinan weke çekê tên bikaranîn. Êdî mafê gelek jinan tune ye zarokên xwe bibînin û daxwaza mafê xwedîkirina wan bikin ev jî nexweşiyên psîkolojîk zêde dike.”

‘Rêjeya tundiyê zêde bûye’

Aila Nassar bal kişand ku jin li kampan rastî gelek rewşên neyênî yên weke êrişa zayendî, xesp, ewlehiyê tên û wiha got: “Pirsgirêkên ku jin dijîn dewrî personelên ewlehiyê dikin. Di gelek rewşan de adil nêzî jinan nabin. Hewl tê dayîn ku pirsgirêk bi giştî di nava malbat û eşîretan de were çareserkirin. Berê ceza hebû, jinan rasterast berê xwe didan navendên ewlehiyê û diçûn saziyên mafên mirovan dikaribûn daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber nebûna sîstema hiqûqî û darazê, jin rastî gelek binpêkirinan hatin. Binpêkirinên li hemberî jinan ji ber nayên çareserkirin rê li ber xirabûna civakê, bêedaletî û zêdebûna rêjeya tundiyê vekirin.”

 ‘Di şer de zêdeyî 20 hezar jinan hevjînê xwe winda kirin’

Aila Nassar amaje bi wê yekê kir ku jinên Xezayê bi şer re, pirsgirêkên aboriyê jî dijîn û wiha got: “Şerê ji dîroka 7’ê Cotmehê ve dest pê kiriye didome. Jin êdî ji bo daxwaza mafên xwe bikin tu dozan venakin. Dadger jî di rewşa serlêdanê de bi biryara Lijneya Bilind bi awayekî qismî û îstîsnai xebatê dide meşandin. Daraz di bin siya Komîteya Rewşên Awarte de ji bo temamkirina gilî nêzî 7 rojan didome. Di rewşa ku ji nişkave bombebaran çêbibe de, pêvajoya lêkolîna giliyan rastî qutbûnan tê. Beriya şer vê lêkolînê 2 rojan berdewam dikir. Daraz bi taybetî divê ji bo jinên ku ji ber şer hevjînên xwe winda kirine xebatê bide meşandin. Ji ber di şer de zêdeyî 20 hezar jinan hevjînên xwe winda kirine. Jinên ku hevjînên xwe winda kirine, ji bo temamkirina serlêdanên mafê mîrasê biçin ji cihekê zêdetir divê agahiyên belgeyan bi neçarî temam bikin. Lê belê zoriya gihandin û tevgerê bandorê li vê pêvajoyê dike.”

‘Tundiya di nava malê de belav dibe’

Aila Nassar bal kişand ser pirsgirêkên jinên ku beriya şer dozên hevberdanê vekirine û ev tişt got: “Jinên ku beriya şer doza hevberdanê vekirine, ji ber neçar mane li gel hevjînê xwe yê doza hevberdanê vekiriye re di heman malê de bimînin, tundiya di nava malê de zêde bûye. Jin ji ber kaosa ewlehiyê bi tirsa ku wê ziyanê bibînin bêdeng dimînin. Jin rû bi rûyî zextên psîkolojîk in û di her alî xwe dorpêçkirî hîs dikin. Tundiya di nava malê de ku beriya şer hebû êdî zêdetir bûye. Cihekî bi ewle  ku biçinê nabînin. Ji ber nebûna sîstema edaletê krîzek ku tundiya li dijî jinan xiratir kiriye heye.”

‘Zagon û peyman hatin rawestandin’

Aila Nasar anî ziman ku pirsgirêka nefeqeyê yek ji pirsgirêkên herî cidî ye û wiha got: “Divê dozên nefeqeyê werin nirxandin lê belê ji ber derengketinê ew rewş tevlihev bûye. Li Xezayê zagonên ku li hemberî tundiya li dijî jinan hatine derxistin, dadgehên şerîetê û peymanên navneteweyî hatine rawestandin. Mafên jinan ên wekhevî û parastina zagonî jî di nav de mafên hemû hemwelatiyan tên astengkirin. Di şerên ku jin jî di nav de ne divê sivîl werin parastin. Mînak negirtina jinan di warê mafê xwedîkirina zarokên xwe û negirtina mafê xwe dibe sedema binpêkirina peymana mafên zarokan.”

‘Divê jin mafên xwe bizanibin’

Alia Nassar destnîşan kir ku ji berinebûna qanûna Cezayê Filistînê, tundiya di nava malbat û civakê de zêde bûye û got: “Divê biryara bi hejmar 1325 ya BMGK demildest were pêkanîn. Çaremîn Qanûna Ceza were aktîfkirin. Li gorî peymana Cenevreyê divê hemû kesên ku hatiye belgerkirin beşdarî sûcên şer bûne werin darizandin. Li gelemperî Zîvala Xezayê divê xalên diyar ku jin gilî bikin û raporên xwe ji wan bigrin werin avakirin. Divê rewşa jinên li malên stargeh û li kampên koçberan werin şopandin. Ji bo jinên rastî tundiyê hatine navend werin avakirin. Divê hemû mexdûriyeta jinan were derbaskirin. Divê li hemberî kesên ku êrişê mafên jinan dikin têkoşîn hebe. Divê der barê mafên jinan û parastina wan de komxebatên hiqûqî li dar bixin. Ger jin ne di ferqa rewşa parastina zagonî de bin jî di ferqa mafên xwe de bin. Niha mekanîzmayên hiqûqî bê erk mabin jî divê jin der barê zagonan de xwedî agahî bin. Divê hişyariya xwe ya şexsî bi pêş bixin. Wê ev yek bibe alîkar ku rewşa jinan heta astekê baş bibe.”

Bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin

Aila Nassar bang li saziyên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir û wiha got: “Di dema şer de li Zîvala Xezayê ji ber tunebûna sîstema edalet û hiqûqê û der barê bandora wê li ser jinan de divê rapor û lêkolîn werin amadekirin. Divê binpêkirin û êşên tên kişandin bi riya medyayê bi awayekî berfireh bên vegotin. Ji bo pêkanîna parastina mafên jinan divê demildest sîstema hiqûqê ya li Xezayê ji nû ve were avakirin. Heta ev were pêkanîn divê em li çareseriyên demkî bigerin. Jinên Filistînê yên li Xezayê her dem di nava tirs û bê îstiqrariyê de ne û divê em hemû piştevaniya pêwîst bidin wan.”