Li Xazze jinên Femînîst hedef tên girtin

Endama Navenda Lêkolînan ya Femînist Sama Oweida, diyarkir ku ji ber xebatên ku li Xazze li dijî tacîz û zewicandina zarokan xebat didin meşandin dibin hedef û got: ‘Hertim em di bin metirsiyê dene.’

NAGHAM KARAJEH

Xazze- Rêxistinên jinan li Xaze di endama têkoşînê de di hinek zagonan de guherîn dan çêkirin, gelek zagonên ku der barê jinan mudexelekirine û ji bû guherîn têde were kirin têkoşîna xwe didomînin. Li kêleka wê çalakvanên jinan yên ku ji pirsgirêkên jin û zarokan xebatên hişmendiyê didin meşandin dibin hedefên kesîmên tên nasîn.

Çalakvana siyasî Huda Elyan ji ajansa mere axivî û diyarkir ku li Xaze rêxistinên feminist ev 30 sale ji bo jinan bi parêzin û qezenc kirina mafê wan têkoşînê dikin û hinek zagonên ku di derbarê jinan de guherîn têde hatine çêkirin û wiha got: “Mînak temenê zewacê hate guhertin, hişmendiya zewicandina zarokan bi dawî bû, ev guherîna zagona di şerîda Xazze û Şeria Rojava de hatiye erê kirin.  Ji derveyî guherînên ku hatine kirin divê bi taybet di madeyên  berdan, mîras û zarokan de guherîn werin kirin. Li kêleka wê zagona xwebûn, zagona kar û di mijara guherîna cezayan de rola me heye. Lê bele neketin meryetê. Di şerîda Xazze de niha zagona Misir tê pêkanîn, li Şeria Rojava jî zagona Urdun tê pêkanîn.”

Ji zagonên ku jinan di parêzin banga guherînê

Huda Elyan da zanîn ku ji bo tundîtûjiya beramberî jinê bi dawî bibe û di dadgehan de biryarên edlane were girtin bang kir ku di qanûna parastina malbatê û qanûna ceza de guherîn were kirin û wiha got: “Hilbijartina jiyanî konseya navnetewî berî werin çêkirin divê em xebat bikin, ji ber  weke erkek yê çûyînê tê dîtin. Parvekirina maf û erkan û zagonên din yên jinan di parêzin ji bo pêkanînan wan werin temamkirin giring e.”

‘ Der barê mafê jinan de perwerde tê dayîn’

Huda Elyan destnîşan kir ku di salên dawî de qeyrana aborî ya ku tê jiyankirin û bi taybet jin erke malbatê girtiye ser milê xwe û ev jî neyînî bandor dike û ji bo jinan hinek bernameyên hişmendiyê amadekirine û wiha got: “Di rêjeya tundtûjiya li beramberî jin û hevberdanê de zêdebûn tê jiyankirin. Li şerîda Xazze ji ber vê yekê saziyên jinan, ji bo avakirina hişmendîkirina pirsgirkên jinan di aliyê hiqûqî de hinek perwerde me dan. ‘Jin piştî hevberdanê xwedî kijan mafane’ li ser wê perwerde hat dayîn. Mînak weke mafê velayetê yê zarokan, ji derveyî wê jî jinên ku rastî tundîtûjiyê tên ka çawa nêzî wan bibin, hişmendî avakirin û der barê mijarên ku neyên mexdûrkirin hat sekinandin.”

‘Jinên têkoşer tên hedefgirtin’

Huda Elyan îşaret bi wê yekê kir ku çalakvanên jin û saziyên feminist dema ku der barê jinan de xebat didin meşandin rastî zextan tên û wiha got: “Yên ku êrîşî saziyan dikin li aliyê din yê welat cih digrin û koka wê digihin El Halil û Şeriaya Rojava. Kampanyayên ku jinên têkoşer dikin hedef didin nîşandan. Em di ferqa vana hemûyan dene, em yê ku xwe dixin pişt partiyan ve û tundîtûjiya li dijî jinê teşwîq dikin şermezar dikin. Ji bo em gotarek hevpar ya feminist ava bikin em di wê baweriyê dene emê bi hevre bixebitin.”

‘Em bi hevzeyendiyê hatin sûcbarkirin’

Rêveberiya Navenda lêkolînan ya Femînst a Xazze Sama Oweida da zanîn ku ew jî di nava ew jinên ku hatî hedefgirtin deye û wiha got: “Ez rastî hinek kampanyayên reşkirinê yên qaşo partiyên siyasî hatim. Ez û bi giştî hevalên min yên parêzvanên mafê mirovan û tabet li dijî jinan hînek îdea derdixin holê. Di nava Filistînê de em ji ber belavkirina bê exlaqiyê tên sûcbarkirin. Em sedemên van êrîşan jî nizanin. Bi Wezareta perwerdê re ji sala 1990’a ve dû bernameyên ku em li ser di xebitin heye. Her du bername jî hedef ewe ku der barê tacizê de kes werin perwerdekirin. Tacîza zayendî çiye, dema ku di rewşa were jiyankirin de û di dembûriyê de hatibe jiyan kirin, serlêdan li ku werin kirin li ser wê bernameya perwerdê. Li ser vê yekê em bi belvakirina hevzayendiyê hatin sûcdar kirin.”

Li ser astengkirina zewaca zarokan de bû hêceta êrîşên bernameyê

Sama Oweida diyarkir ku bernameya wan ya dûem li ser di temenê biçûk de û astengkirina zewicandina zarokane û wiha dom kir: “Me civinek ku der barê metirsiya zewaca di temenê biçûk de hişmendî bide avakirin çêkir. Piştî civînê em li cihê kar, hem jî di medyaya dijital de, ez rastî êrîşan hatim. Ez rastî êrîşên ku zarokên keç teşwîqî ji derveyî zewacê têkiliyê dikim hatim.”

Sama Oweida bi bîrxist ku wêneyê wê di medyaya dijital de bi sucê tehrîkê piştî hatî belavkirin li komîteya mafê mirovan û daireya sucan, gilî kiriye û got: “Herdû sazî der barê wêneyên hatî weşandin de tu tedbir negirtin. Wezareta perwerdê jî dest ji eleqeyê bi bernameya me berda. Hinek partiyên siyasî, li ser me xwestin di civakê de hişmendiyekê bidin avakirin û hewil didin xwe bi civakê bidin qebûlkirin.”

Sama Oweide destnîşan kir ku  rûxmê ku serkeftinên bi dest xistine jî gelek zarokên keç jiyana xwe ji dest dane û got: “Em xebatên xwe didin berdewamkirin, lê belê em nayên parastin hertim em dibin metirsiyê dene.”