Li Başûrê Kurdistanê dû jin bi awayekê bi guman jiyana xwe jidest dan

Li Helebce û Xaneqînê dû jin bi awayekê bi guman jiyana xwe jidest dan. Derbarê herdû buyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gel rastiya şer û pevçûnên ku li welat tên jiyîn weke beşek ji bandora vê ya li ser jiyan û ewlehiya jiyana jinan, qetilkirin û ber bi xwekujiyê ve kişandina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Li Helebce û Xaneqînê dû jin bi awayekê bi guman jiyana xwe jidest dan. Derbarê herdû buyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Silêmanî

Li Silêmanî Ş.Y. ya hat ragihandin ku li ser laşên wê şopên şewatê hatiye dîtin 5 roj bûn li nexweşxaneyekê li Silêmanî dihat dermankirin. Li gor agahiyên hatine bidestixsin Ş.Y jiyana xwe jidest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin û hat zanîn ku jina ciwan Ş.Y. li ser bajaroka Xurmal a Helebce  qeydkirî ye û ji zaningehê mezûn bûye.

Diyala

Li gor agahiyên ku li ser weşanan hatiye ragihandin li navçeya Xaneqîn a ser bi Diyala ya Başûrê Kurdistanê ve jinek ciwan a 26 salî û dayika du zarokan li mala xwe bi awayekê daleqandî hat dîtin. Agahî her çiqas weke xwekûjî hatibe weşandin jî ev yek nehatiye zelalkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tenê di meha Gulanê de 17 jin hatine qetilkirin, di nav de hin jinên ku ber bi xwekujiyê ve hatibûn kişandin hene.