Li Xaneqinê jinek 31 salî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da
Li Xaneqîn jinek 31 salî ji ber şewatê gihandin nexweşxaneyê û piştî çend rojan ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Duh li bajarokê Xaneqîn ya girêdayî parêzgeha Diyala jinek 31 salî ku zanîngeh temam kirbû û xelkê taxa Sîrwan ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da. Asayîşa nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê diyar kir ku bûyer di 3’ê Îlonê de rû daye û dema ku gihandin nexweşxanê rêjeyek zêde ya laşê wê şewitî bû. li nexweşxanê kes û karê wê li gel bû û bi bîr xixt ku dema ku ev jine di nava baxçe de xwarin çêdikir li rexa wê benzîn hebû bi xeletî benzîn bi karaniye û agir bi laşê wê ket.
Her wiha got: Îfadeya jinê hatiye girtin û gilî li kesê nekiriye û ji ber rêjeya zêde ya şewata qasî ji sedan 70’ê laşê wê jinê şewitî bû piştî 4 roj li nexweşxaneyê ma di 6’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.
Bûyerên kuştin û xwekuştina jinan her roja ku diçe zêde dibe, kuştinên jinan bi navê namûs û pirsgirêkên civakî gelek ji wan di şînin nexweşxaneyan. Bûyerên şewatê ji piranî bi navê teqîna xazê û benzîn û bi agir tên girtin da ku tewan bar neyên sezadan. Jina 31 salî ya bi navê Ş.F pirsgirêkê civakî bû sedemê şewata wê.
Hêjayî bi bîrxistinê ye bûyera xwekuştina jina ciwan ya 29 salî di 12’ê Tebaxê li bajarê Silêmaniyê, li gora gotinên malbatê xwe ji qata 9’em ya mala xwe de avêtiye xwarê. Lê belê piştre polîsên Silêmanî ragihand jina ciwan ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.