Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin

Êzidiyên li Wêranşarê dijîn, cara ewil bi awayekî girseyî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.

Nwvenda Nûçeyan-Êzidiyên li gundê Birç yê girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê dijîn, cara ewil bi awayekî girseyî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Ji bilî gelek êzidiyan ji gelek baweriyên din jî gelek kes tev li pîrozbahiya li ber Mala Çandê hate kirin bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Hevşaredarên Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan jî tev li pîrozbahiyê bûn û cejna êzidiyan pîroz kir. 

Di pîrozbahiyê de hin cure îkram pêşkeşî mevanan hatin kirin. Jin û zarok bi cilên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyan bûn. Yaşar Bûrç ê di pîrozbahiyê de axivî, anî ziman ku ji ber cara ewil li Wêranşarê pîrozbahiyeke girseyî dikin keyfxweş in. Yek ji pîrê êzidiyan Şukru Sumer, têkildarî Çarşema Sor û baweriya êzidiyan agahî parve kirin û cejna herkesê pîroz kir. 

Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr, anî ziman ku êzidiyan li dijî 74 fermanan li ber xwe dan û cejnên xwe pîroz kirin. Hevşaredar Ahmet Turk jî bal kişand ser komkujiyên ku êzidî pê re rûbirû man û got: “Gelê êzidî gelekî qedîm e. Her tim xwedî li çand û baweriya xwe derketin.”

Piştî axaftinan xwarina cejnê hate xwarin. Di pîrozbahiyan de li ber stranên kurdî govend hate gerandin. Dû re îbadeta Tewafa Xerke û Berat ku ji bo êzidiyan pîroz e hate lidarxistin. 

Pîrozbahî bi stranên Azad Bedran gotin re bi dawî bû.