Li wargeha Mexmûrê nobeta azadiyê dewam dike
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 216’an ve didome.
Mexmûr – Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, çalakiya nobetê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin bi koma 216’an dewam dike. Her wiha di nava çalakiyê de behsa salvegera pêngava 15ê Tebaxê hate kirin.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 215’an Mizgîn Kara daxuyaniyek xwend.
‘Bi pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bû’
Di destpêka daxuyaniyê de bi rasthatina salvegera dîrokî ya 15’ê Tebaxê hat silav kirin û ev peyam hat dayîn: “Di têkoşîna gelê Kurd de roja vejînê 42 sal li pey xwe hişt. Gelê Kurd yê ku bi salane hatiye çêwisandin ji warên xwe hatîne derxistin û qetilkirin bi teqandina gûleya fermandar Egîd re ji nû de vejiyan. Bi vê pêngavê gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar bû. Ev 27 sale Rêbertî ji aliye dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin û şert û mercên herî zehmet de berxwe dide. Her wiha Rêbertî Îmrali vegerandiye cihê perwerde, ronakî û azadiyê. Rûxmê tecrîda girankirî jî nikarin vîna Rêbertî bişkînin. Fikir û felsefeya Rêbertî bû ye hêviya gelê Kurd û gelê bindest. Rûxmê tecrîda girankirî jî Rêbertî ji bo mafê gelan wekhevî û edaletê têkoşîn dide. Armanca me jî bi rihê Egîdan faşîzm û dagirkerî tekbirin Rêber Apo fîzîkî azadkirin û pêşerojek azad afirandine.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 216’an dawî bû.