‘Li Urmiyeyê polîtîkayên perwerdeyê dibin sedema zewaca di temenê biçûk de’

Ji ber polîtîkayên hikumetê Kurdên ku li Urmiye û li herêmên din dijîn perwerdeya zarokên wan nîvî dimîne. Mamoste Ronak Mohamedî got ku zarokên ji dibistanê tên girtin tên zewicandin û neçarî xebatê dimînin.

LANÊ MUHAMMEDÎ

Urmiye – Bajarê Urmiyeyê, tevî çavkaniyên dewlemend ên xwezayî û cihê girîngiya erdnîgariya xwe jî; bi xizaniyê re rû bi rû ye. Ji xwendinê heta pirsgirêkên binesazî, rastî gelek zehmetiyan tê. Li Urmiyeyê bi taybetî li herêm û li gundên ku Kurd lê dijîn, rêjeya zarokên dev ji xwendina xwe berdidin, gelekî zêde ye.

Li gorî daneyên ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Civakî û Çandî ya Walîtiya Urmiyeyê ve hatine ragihandin, ji sedî 10’ê xwendekarên bajarê Urmiyeyê dest ji xwendinê berdane. Ev piştî Sîstan û Beluscistanê li welat daneya herî bilind e. Li gorî pisporan dûrxistina zarokan ji dibistanê ne tenê ji ber sedemên aborî û çandî ye, di heman demê de ji ber sîstema cudakarî û polîtîkayên hukumetê ye.

‘Malbat nikarin mesrefan bidin’

Li Urmiye û gundewarên wê sedema berdana xwendinê tenê weke aborî tê nîşandan. Gelek malbat nikarin mesrefên zarokên xwe dabîn bikin. Ronak Mohamedî ya ku li dibistaneke seretayî ya Urmiyêyê mamostehî dike got: “Li gelek dibistanên li gundên Urmiyeyê derfet tune ne. Malbat nikarin mesrefên cil û kelûpelên dibistanê dabîn bikin. Hinek malbat bihêle heqê dibistanê, nikarin ji bo zarokên xwe xwarinek guncav amade bikin.”

‘Derfetên wekhev tune ne’

Ronak Mohamedî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li gelek bajarên welat derfet hene û wiha berdevam kir: “Ev derfet li herêma Urmiyeyê bi taybetî li heremên Kurd lê dijîn, bi awayekî ne adilane tên belavkirin. Di vê heremê de di dibistanan de pirtûkxane, laboratuvar û materyalên perwerdeyê nayên peydakirin. Gelek xwendekar ji ber dibistan dûr e û wesayîda wan nîn e wan deynin dibistanê neçar dimînin perwerdeya xwe nîvî bihêlin.

‘Xwendekar bi çanda xwe re nikarin girêdanê çêbikin’

Ronak Mohamedî got ku xizanî yek ji sedema berdana dibistanê ye û wiha gotinên xwe domand: “Cudahiya sîstematîk a li dijî herêmên ku weke taxên xizan tên zanîn rolek girîng dilîze. Polîtîkayên hikumeta navendî yên perwerde û çandê bi awayekî ku pêdiviyên taybet ên herêmên derdorê li ber çavan nagirin tên çêkirin. Pirtûkên dersê yên ku bi îdeolojiya dewletê hatine nivîsandin û li ser çand û zimanê herêmên wekî Kurdistan û Azerbaycanê nehatine cîbicîkirin, yek ji wan kêşeyên sereke ne ku motîvasyon û eleqeya xwendekaran ji bo berdewamiya xwendinê kêm dike. Pirtûkên perwerdeyê ku li gorî îdolojiya dewletê ye û ne li gorî çandê ye, dibe sedema ku xwendekar aciz bibin. Ev nelihevhatina çandê bi taybet li heremên Kurd lê dijîn tê dîtin. Gelek xwendekar ji ber bi wan pirtûkan re nikarin hevsengiyek ava bikin di dawî de dev ji dibistanê berdidin.”

‘Berdana dibistanê bû krîzek mezin’

Ronak Mohamedî destnîşan kir ku li şûna şert û mercên jiyanê baş bikin, sîstema perwerdeyê di ber çavan de derbas bikin, hikumet zext û çewisandinê esas digre û wiha pê de çû: “Cudakariya di veqetandina çavkaniyan de û guhnedana têr li pêdiviyên perwerdeyê, pêdiviyên dibistanê veguherandiye krîzeke giran. Nêrîna navendê ya derdorê her dem bûye mijareke dijwar di pêkhateya siyasî û civakî ya Îranê de. Li Tehran û gelek bajarên din îmkanên perwerdeyê yên pêşketî û dibistanên taybet ên bi kalîte hene, em li navçeyên derdorê wek Urmiyeyê bi pirsgirêkên weke kêmbûna dibistanan, mamosteyên ne pispor û binesaziya xirab a perwerdeyê re rû bi rû ne. Ev newekhevî dibe sedem ku xwendekarên di van waran de ji destpêkê ve bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû bimînin.

‘Zewicandina zarokan bi destberdana ji dibistanan ve rasterast girêdayî ye’

Ronak Mohamedî diyar kir ku li bajarên Tehran û Îsfehanê dibistanên taybet ên xwedî hemû derfetên taybet hene û wiha domand: “Li gundên Urmiyeyê dibistaneke ku kompîtor lê hebe tune ye. Em ê çawa hêvî bikin ku xwendekarên li van herêman di pêşbaziyên perwerdeya neteweyî de serkeftî bin? Li bajarê Urmiyeyê rêjeya destberdana ji dibistanê zêde ye, ev yek jî ji ber mercên civakî ye. Destberdana ji dibistanê bi taybetî ya zarokên keç, dibe sedema zêdebûna zewaca di temenê biçûk û hejmara zarokên ku dixebitin zêde dibe. Ev yek di civakê de xizaniyê zêdetir û xirabtir dike. Li van herêmên ji ber zextên aborî û çandî zewaca di temenê biçûk de zêde ye. Zarokên keç ji ber vê rewşê ji derfetên perwerdeyê bêpar dimînin, çerxa xizanî û nehekheviyê berdewam dike. Zewicandana zarokan rasterast bi destberdana ji dibistanan ve girêdayî ye. Gelek malbat ji ber pirsgirêkên aborî, zarokên xwe yên keç di temenê biçûk de dizewicînin, ev yek jî dibe sedem ku derfetên perwerdeyê ji dest wan were girtin. Her wiha ji ber dest ji dibistanê berdidin, hejmara zarokên dixebitin zêde dibe û ev yek jî di civakê de xizaniyê zêdetir dike.”

‘Divê pêşî li cudakariyê were girtin’

Ronak Mohamedî diyar kir ku li bajarê Urmiyeyê ji bo bi pirsgirêka terikandina dibistanê re derkevin serî divê hikumet tedbîrên cidî bigre û bernameyên piştgiriyê li dar bixe û wiha domand: “Divê dewlet ji bo van beşan zêdetir pere veqetîne û di belavkirina wê de cudakarî tunebe. Di nava tedbîrên ku divê werin girtin de, vekirina dibistanên nû, başkirina şert û mercên perwerdeyê û zêdekirina hejmara mamosteyên pispor hene. Divê dewlet ji bo malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, bernameyên piştgiriyê li dar bixe, lêçûnên perwerdeya zarokên wan bide. Ger ji xwendekaran re alîkariya madî were dayîn, bikaribin xwarina bê pere li dibistanê bixwin û şert û mercên perwerdeyê baş bibin; dê rêjeya destberdana ji dibistanê kêm bibe. Her wiha ji bo malbatan jî divê atolyeyên perwerdeyê li ser têgihîştina şaşiya zewaca di temenê biçûk û hînbûyînên ku bûne çand di civakê de werin lidarxistin.

‘Divê derfetên wekhev werin afirandin’

Ronak Mohamedî, di dawiyê de wiha got: “Ev pirsgirêk tenê bi esasgirtina pirsgirêkên aborî nayê çareserkirin. Dijberî wê divê hikumet li ser mijarên çandî û civakî bisekine. Li ku dijîn bila bijîn divê di nava planên hikumetê de ya esas ew be ku; ji hemû xwendekarên li welat re derfetên wekhev werin afirandin.”