Li Tûnisê şîdeta li dijî jinên rojnameger zêde dibe
Di vê serdema ku azadiya raman û îfadeyê her diçe kêm dibe, li Tûnisê bi taybetî rojnamegerên jin, di dema peywirên xwe de tînin rastî gelek awayên şîdetê tên. Rojnameger Mounîa Arfaouî, xwest şîdeta li ser jinan were dîtin û zagon werin sererastkirin.
NEZÎHA BOUSSAÎDÎ
Tûnis- Li Tûnisê zextên li ser jinên rojnameger, dûrxistin ji peywirê, der barê wan de vekirina dozan, êrişên fizîkî, binçavkirina kêfî, di ser medyaya dîjîtal de hedefnîşandana wan, gef û êrişên li dijî malbatên wan didomin. Hat diyarkirin ku 224 jinên rojnameger rastî êrişên cur be cur hatine. Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî, hem ji bo ewlehiya rojnamegerên jin ket tevgerê hem jî binpêkirinên ku çêdibin dişopîne.
224 rojnameger rastî êrişan hatin
Endama Tekîneya Şopandina Navenda Ewlekariya Kar a Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî Merwa El-Kafî, got ku li dijî rojnamgerên jin, êrişên fizîkî, binçavkirina kêfî, sorkirina li ser medyaya dîjîtal, gefên li dijî malbatê yan jî êriş jî tê de, ji gelek aliyan ve êriş tên kirin. Merwa El-Kafî got: “Îsal ji bo 27 kesan qedexeya kar, li dijî 21 kesan tacîz, li dijî 12 kesan lêpirsîna edlî adli, li dijî 3 kesan jî di serî de êrişa fizîkî, bi giştî 224 jinên rojnameger bi awayên cuda rastî zextan hatin. Em êrişên li dijî rojnamegerên jin, êrişên zayendperest dibînin.”
Piştgiriya derûnî û hiqûqî didin rojnamegeran
Merwa El Kafî diyar kir ku xebatên wan şopandina êriş û binpêkirinên li dijî jinên rojnameger ên li Tûnisê ne û got ku di çendek berê, ji bo ewlekariya pîşeyî ya rojnamegerên Tûnisî raporên li ser şopandina êrişên li dijî rojnamegerên jin tên kirin weşandine. Merwa El-Kafî diyar kir ku gihîştine rojnamegerên ku rastî êrişên zayendî hatine û piştgiriya derûnî û hiqûqî dane wan û got ku li ser vê mijarê komxebatan li dar xistine. Merwa Al-Kafî, got: “Ji bo em bifikirin ka dikarin ji rojnamegerên rastî êrişan hatine re alîkariyek çawa bikin û ji bo çareseriya wan pirsgirêkan, me raporek pêşkîşî yekîneya rêveberiya sendîkayê kir.”
5 rojnameger di girtîgehê de ne
Merwa El-Kafî da zanîn ku sendîkayê îsal cara pêşîn dikaribûye parêzerek ku hemû jinên rojnameger biparêze bigre û wiha domand: "Îsal 5 rojnamegerên ku di navbera wan de Shatha Al-Haj Mubarak jî heye girtî ne û ez ji ber vê yekê pir xemgîn im. Gelek nexweşiyên kronîk ên Shatha Al-Haj Mubarak hene. Em çûn serdana wê.”
Her wiha da zanîn ku Rêxistina Çavdariya Mafên Mirovan a Tûnisê jî agahî daye ku rewşa tendirustiya Shatha Al-Haj Mubarak nebaş bûye.
‘Hêrî zêde şîdeta dîjîtal heye’
Rojnameger Mounîa Arfaouî jî got ku li Tûnisê gelek jin rastî şîdetê tên û wiha got: “Li dijî rojnamegerên jin herî zêde şîdeta dîjîtal heye. Rojnamegerên ku li derve dixebitin jî rastî êrişan tên. Di xwepêşandanan de dema ku nûçeyan radighînin, rastî şîdetê tên. Di salên dawî de êriş zêde bûn. Sedema zêdebûna şîdeta li dijî jinan, zihniyeta mêr e. Gelek jin rastî kampanyayên reşkirinê tên. Ji ber vê yekê divê ku zagona şîdeta li dijî jinan di ber çavan de were derbaskirin. Pêdivî bi pergala xebateke cidî ya li ser şîdeta dîjîtal, ewlehî, mudaxeleya civakî û derûnî heye.”