Li Tûnisê sansura medyaya dîjîtal: Jin dibin hedef

Tûnis di van demên dawî de behsa girtina hilberînerên naverokê di medyaya dîjîtal de dike. Jin dema ku bertek nîşanî sansura medyaya dîjîtal didin, diyar dikin ku jin hedef tên girtin.

ZIHÛR EL MEŞRIQÎ

Tûnis – Medyaya dîjîtal wekî navgînek tê dîtin ku li seranserê cîhanê mirov dikarin xwe bi hêsanî îfade bikin. Dema ku hin dewlet sînorkirinên naverokê ferz dikin, li hin cihan naverok bi cezayên girtîgehê tê ceza kirin. Tûnis di van demên dawî de behsa girtina hilberînerên naverokê dike. Jinên ku dibêjin bi taybetî hemcînsê wan dibin hedef, sansura di medyaya dîjîtal de weke hewldanek ji bo qutkirina dengê jinan dinirxînin.

Herî dawî li welat 5 kes bi hinceta ku li dijî prensîbên Tûnisê tevdigerin, bi hinceta li dijî nirxên exlaqî ne, hatin binçavkirin. Hin kes hene ku biryara girtinê wekî 'zêde' dibînin û bi cezeya pere werin cezakirin. Hin kes jî dixwazin platformên medyaya dîjîtal werin qedexekirin, piraniya wan jî diyar dikin ku ev rewş azadiya ramanê sînordar dike.

‘Girtîgeh nikare bibe cihê edaletê’

Çalakvana jin û hiqûqî Ayde Bin Şaban got: "Bi rastî rêzgirtin ji bo azadiyê tune ye û çarçoveya xwe jî derbas kiriye. Hin rewş hene li ser torên medya civakî derketin bi taybet Tik Tok hêjayî rawestandinê ne lê belê girtîgeh ne çareserî ye. Girtîgeh nikare bibe cihê edaletê yê dawî. Divê kesê şaş bi riya dayîna pereyan an jî cezayên din were muhasebekirin. Der barê mafê derbirînê de şaşfêmkirinek heye. Di salên dawî de hat dîtin ku di navbera mafê derbirînê û tecawizê de tevliheviyek heye. Cudahî di navbera herduyan de nema bû. Xwedaxistinek li ser Tik Tokê heye ku bi xwe jin mêr û Tûnisê bi xwe temsîl nake heye lê belê rastiyan berovajî û xirab dike. Ragihandin jî xwe şaş dike dema van mijaran weke tiştên sereke di nava bernameyên xwe de didin û gotarên xeternak li dijî perspektîf û azadiyan pêşkêş dikin."

‘Girtin ne çareserî ye’

Ayda Bin Şaban diyar kir ku girtina van kesan ne di cihê xwe de ye û wiha domand: "Ev kes gotaran didin ji bo pereyan bi dest bixin. Dewlet dikare pereyên zêde jî wek ceza ji wan bixwaze û çavdêriyekê li ser tişta belav dikin de deyne. Girîng e çavdêrî hebe ji bo tişta tê belavkirin sînordar be û ne li dijî exlaqê be. Di gumana aliyên peywendîdar de ku cezaya girtîgehê çareseriya şaştiyan e."

‘Rewş ber bi aloziyê ve diçe’

Ayda Bin Şaban wiha bi dawî kir: "Nebûna hişyariyan hişt ev dîmen li ber çavan were raxistin û divê were rawestandin lê belê ne bi riya girtîgehan. Hin awayên din hene ji wan jî perwerde û hişyariya bi riya ragihandinê ye. Rewş ber bi aloziyan ve diçe ji ber rewşa aborî ne baş e û ciwan jî ji ber bêkariyê di rastiyeke zehmet de dijîn. Ez bi hêvî me rewş baş bibe û kar li ser hişyarkirina ciwanan were kirin her wiha bikevin riya rast de."