Li Tunisê konferans: Pêwîstî bi hevgirtina jinan heye
Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bi sernavê “Femînîst di berxwedanê de, femînîst di hevgirtinê de” konferansa xwe ya çardemîn li dar xist. Di konferansê jinan got: "Rewşa jinan li hemû welatan trajîk e û pêwîstî bi hevgirtinê heye.”
ZIHÛR EL-MERŞIQÎ
Tûnis – Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê (ATFD) bi sernavê “Femînîst di berxwedanê de, femînîst di hevgirtinê de” konferansa xwe ya çardemîn li dar xist. Di konferansê de bal hat kişandin ser rewşa jinên Tûnis, Afrîka û Rojhilata Navîn û wiha hat gotin: "Ji ber ve rewşa heyî ya jinan, pêwîstî bi hevgirtinê heye."
Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Naîla El-Zaglamî diyar kir ku konferansa komeleyê ji bo krîza aborî, civakî û siyasî, şerê qirkirinê yê li Xezayê û dorpêçkirina Lubnanê, şert û mercên zehmet ên jinên Sûdanê yên rastî tecawiz, qetilkirin û întiharê ten li dar dixin.
Rojnamevan siyasetmedar û çalakvan ji ber fikrên xwe tên girtin
Naîla El-Zaglamî bal kişand zextan û got: “Îro li Tûnisê rojnamevan, siyasetmedar û çalakvan ji ber fikrên xwe yên azad di zindanan de ne û em vê yekê weke derbeyek li ser azadiya fikrî û înkarkirina hebûna jinan di qada giştî de dibînin.
Em di nava civakeke mêr a baviksalarî de ne ku bi giştî hebûna jinan di qada giştî de qebûl nake. Lewma em ê ji bo hemû jinan dengê xwe bilind bikin. Em berxwedêr û femînîst ji bo misogerkirin û parastina maf, azadî, edaleta civakî û wekheviyê bi hemû jinan re di nava piştevaniyê de ne. Ji bo jinên li Tûnisê ji girtîgehê derkevin em ê têbikoşin. Ji ber ku cihê wan di jiyanê de ye û mafê wan heye bê tirs xwe îfade bikin, bi rêxistin bikin û beşdarî xebatên siyasî bibin.”
Endama Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Meryem El-Qizanî bal kişand ser êrişên Îsraîlê yê li ser Xeza û Lubnanê û got: “Li van deran jin bi awayekê bi pergalî hedef tên girtin.” Meryem El-Qizanî wiha domand: “Li Tûnisê jî binpêkirina azadiya takekesî û azadiya raman û derbirînê heye.” Meryem El-Qizanî diyar kir ku jinên demokratîk wê di çerçoveya pêş de jî ji bo ku jinên têkoşer bi ser bikevin, dengê xwe bidin û astengiya tirsê bişkînin, wê têkoşînê bimeşînin.”
Bi dagirkirina malzaroka jinan re jiyanê dikin hedef
Femînîsta Filistînî û aktivîsta mafên mirovan Lamîa Shalda destnîşan kir ku jinên Filistînî ji ber dagirkeriyê di nava tundiyeke bêhempa û nedîtî de dijîn û got;
“Sûcên jenosîdê bêyî ku hewcedariya dadgehan hebe li hemberî jinan tên kirin. Em dibînin ku di binpêkirinên giran ên li hemû cîhanê tên kirin û tên dîtin de hedefa sereke jin in lê cîhan ji van qetlîamên li ser jinan bi bandor nabe û ji bo pêşîgirtina van qetlîaman tiştek nayê kirin. Bi dagirkirina hemû waran jiyanê dikin hedef.”
Lamîa Şalda bal kişand ser êşa ku jinên Filistînî her roj ji ber dagirkeriyê dijîn û diyar kir ku jin ji tirsa mirinê bi darê zorê hatine koçberkirin û neçar mane cih û warên xwe biterikînin û got; “Xemsariya hêzên navneteweyî dibe sedem ku dagirker hovîtiya xwe ya li dijî gelê Filistînê du qat zêdetir bikin. Kiryarên Îsraîlê ne tenê li dijî jinên Filistînî di heman demê de gefê li mirovahiyê dixwe û tevahiya herêmê dike hedef. Rewşa Lubnanê ya îroyîn û kêşeya li wir derketiye delîla herî mezin a vê yekê ye. Ev yek gav bi gav pêk tê û hikûmetên herêmê bêyî ku tiliya xwe rakin bêdeng dimînin."
Li dijî sûc û binpêkirinên ku bi şer li dijî jinan tên kirin em bibin yek
Ji Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanî Meryem Theresa jî wiha got: “Em jiyan û edaleta civakî heq dikin û em ê rê nedin feraseta biçûkxistin û koletiyê ya li hemberî me pêk were. 7’ê Cotmehê maskeya hemû rêxistinên sermayedar ên ku em fêrî mafên mirovan dikirin xist xwarê. Me dît ku Xezeyê çi jiyaye û mirovahiyê azmûna mirovahiyê derbas nekir. Bi dijmin re li hemberî gelên di bin dagirkeriyê de û yên ji axa xwe hatine derxistin sekinîn. Dema guhertina têgihîştina welatên Başûr e, yên ku jiyanê heq dikin, rastî êriş û wêrankirinê tên."
Di dawiya konferansê de jinên Tûnis, Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn bang kirin ku li dijî sûc û binpêkirinên bi şer li dijî jinan tên kirin, hemû jin bibin yek.