Li Tûnisê kampanya jinan a bidestxistina mafê mîrasê hat despêkirin
Kampanyaya jinên Tûnisê ya parêzvaniyê ku mîras di nav mafên aborî de cih bigire û jin bikarin mafê xwe yê mîrasê bidest bixin hat despêkirin. parêzvaniyê da destpêkirin da ku garantîkirina mafê jinan ê gihandian mîrasê ku divê qanûna 58'an a sala 2017'an a têkildarî rakirina şîdeta li ser jinan were parastin.
Kampanyaya jinên Tûnisê ya parêzvaniyê ku mîras di nav mafên aborî de cih bigire û jin bikarin mafê xwe yê mîrasê bidest bixin hat despêkirin.
NEZÎHA BO SAYÎDÎ
Tûnis- Di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê de Komeleya Piştevaniya Însiyatîfan di beşa çandiniyê de û saziya Friedrich Ebert - Ofîsa Tûnisê dê kampanyayeke parêzvaniyê li dar xist ji bo pêşkêşkirina pêşniyarê ji bo sererastkirina xalên 3 û 19 yên Qanûna Bingehîn a bi hejmara 58’an a sala 2017’an, têkildarî rakirina tundiya li ser jinê hatî derxistin.
"Ji bo bidestxistina mafê jinan yê mîrasê pêwistî bi sererastkirina zagonê heye"
Dadger û çalakvanê mafên mirovan Kalthoum Kanno diyar kir ku ji bo jin karibin mafên xwe bi cih bînin divê zagon bên sererastkirin û wiha got: "Jinên Tûnisî dema ku doza mafê xwe yê mîrasê dikin rastî şîdetê tên, tê wê wateyê ku her dem kesek heye wan ji vî mafî asteng dike, heyanî ku gelek caran bi rêbazên cuda wan ji mafên mîrasê bêpar dike mîna redkirina dayikê an hêrsa bira."
“Jinan ji mafê mîrasê bê par dihêlin”
Her wiha seroka komeleyê Selwa Kno jî wiha anî ziman: "Jinên li gundan dijîn rastî tundiya aborî tên, tevî ku ew hêz û kedeke mezin di çandiniyê de didin jî. Bê parkirina jinan ji mafê wan yê mîrasê sûcekî pir mezine û pêwîste li beramberî vê yekê tedbîr werin girtin."
Komeleyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha di daxwiyaniyê de hate gotin: "Divê mafê milkiyeta axê û mafê jinan ê ku para xwe ji mîrasê bigire, weke mafên aborî yên herî baş bê dîtin. Erka garantîkirin, parastin û mîratê yek ji çavkaniyên xwedîderketina mulkiyetê ye , ji ber vê yekê her kiryarên ku rê li ber jinê bigire ku mafê xwe yê mîrasê bi dest bixe, şîdeta aborî tê dîtin û pêwîste were cezakirin."